Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin

img
COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê ajokarên teqsiyan, bertek nîşanî zemên sotemeniyê dan û çalakiya qontax girtinê li dar xistin.  
 
Bi bilindbûna kûra dowîzê re her roj bihayê sotemeniyê tê zemkirin. Bi zêdekirina bacan re bihayê lîtreyeke sotemeniyê ji 35 lîreyan derbas bû. Ajokarên teqsiyan ên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çalakiya qontax girtinê zemên sotemeniyê û zêdebûna bacan şermezar kirin. 
 
‘HETA KU ENCAM BIGIRE WÊ ÇALAKÎ BIDOME’ 
 
Ajokar, Ozan Akbaş, diyar kir ku ji ber zeman û bihabûnê dê ji îro pê da her roj saetekê li ber Qeymeqamtiya Şemzînanê çalakiya qontax girtinê bikin û wiha got: “Heta ku di daxwazên me û zêdebûna bihayan de başbûnek neyê kirin wê çalakiya me berdewam bike. Em daxwaz dikin ku zemên li sîgorte û mûayeneya wesayîtan tên kirin paş ve bên kişandin. Çalakiya me ewil e û heta encam bigire wê bidome. Em dixwazin rayedar têkildarî mijarê demildest bikevin nava liv û tevgerê. Em ê her roj ji saet 17.00’an heta 18.00’an çalakiya qontax girtinê û lêdana qorneyê li dar bixin. Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê ev çalakî bidome.”