Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene

img

AMED - Li Amedê ji ber bandora erdhejê û krîza aboriyê kirêyên xaniyan zêde bûn. Emlaqfiroşan, dan zanîn ku kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene. 

 
Ji ber erdhejên di 6’ê sibatê de navenda wan Mereşê çêbûn û kûrbûna krîza aboriyê, zêdebûna kirêyên xaniyan didome. Sererastkirina sinorê ji sedî 25 a zêdekirina kirêyan heta 1’ê tîrmehê hatibe dirêjkirin jî xwediyên xaniyan li gorî vê tevnagerin. Li navçeyên navendî yên Amedê, bihayên kirêkirinê ku beriya niha ji 2 heta 3 hezarî bû, derket 7-8 hezarî; bihayên kirêkirinê ku di navbera 5 û 7 hezarî de bûn, derket 10 heta 15 hezarî. Li navçeya Rezanê ji 5 heta 12 hezarî; li navçeya Sûrê ji 2 heta 20 hezarî; li navçeya Bajarênû ji 6 heta 15 hezarî; li navçeya Peyasê kirê di navbera 6 hezar û 22 hezar lîreyî de diguhere. 
 
BANDORA ERDHEJ Û ABORIYÊ 
 
Mehmet Dalbal ê li semta Ofîsê ya navçeya Bajarênû emlaqfiroşiyê dike, anî ziman ku bi taybetî piştî erdhejê bihayên kirêyan gelek zêde bûn. Dalbal, bal kişand ku erdhej ne tenê erdhejan re eleqedar e û wiha got: “Zêdebûna enflasyonê û daxwaz û arz jî zêdebûna kirêyan diyar dike. Xwediyên xaniya ji xaniyên xwe re 10 hezaran dixwazin. Lê ji ber daxwaz nabe biha dikeve. Lê pêdiviya mirovn bi xaniyan heye. An neçar in bikirin an jî kirê bikin.”
 
PIŞTÎ ERDHEJÊ 3 QAT ZÊDE BÛN
 
Şîrîn Erden ê 12 sal in emlaqfiroşiyê dike, da zanîn ku piştî erdhejê kirêya 5 hezar lîre bû, du qat zêde bû û wiha got: “Li Taxa Kooperatîfê (sema Ofîsê) beriya niha daîreya herî baş 3 hezar lîreyan dihate dayîn niha daîreyên herî xerab 7 hezar lîreyan e. Bihayên kirêyan piştî erdhejê 2-3 qet zêde bûn. Mirovên ku debara xwe bi mûçeyê kêmtirîn dikin 7-8 hezaran heqê kirê bidin û em fatorayan jî li van zêde bikin wê ev mirov çawa debara xwe bikin? Rewşeke gelek nebaş e.”
 
Erden, bi lêv kir ku divê pêşiyê li piyaseya serbest bigirin û wiha berdewam kir: “Xwediyên xaniyan dema kirê neyê dayîn bi hincetên cuda kirêgiran bi awayekî derdixînin. Pişt re bi bihayekî zêde dîsa dide kirê. Beriya niha bihayê daîreyan emlaqfiroşan diyar dikir. Lê niha xwediyên xaniyan diyar dikin. Ev rewş jî mirovan dixe nava rewşeke gelek zor de. Ji ber ku êdî mirov bikarin di kirê de bimînin neçar dimînin krediyê bikişînin.”
 
‘KES SÎNORDARKIRINÊ PÊK NAÎNE’ 
 
Yek emlaqfiroşekî din Faîk Albal jî heman pirsgirêk rêz kirin. Albal, anî ziman ku zêdebûna ji sedî 25 nayê bicihanîn û wiha got: “Beriya erdhejê bihayên kirêyan ên herî zêde 7-8 hezar lîre bûn. Niha kirêyên herî kêm 7-8 hezar lîre ne. Piştî erdhejê ji sedî 200-300 ferq zêde bû. Ji ber bihayên bilind êdî mirov daîreyên kirêkirî peyda nakin. Herî kêm di navbera 8 û 10 hezaran daye. Kirêyên herî zêde jî di navbera 20 û 25 hezaran daye.”
 
‘DAHATA MIN LÊÇÛNÊN MIN PÊŞWAZÎ NAKE’ 
Ahmet Meşe (26) ku beşa muhasebeyê xwend, lê ji ber ku nekariye karekî bibîne kafeyekê dide xebitîn, diyar kir ku ew hem ji bo dayîna kirêya kafeyê û hem jî kirêya malê zehmetî dikişîne.  Meşe, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi erdhejê, girtina dibistanan û germbûna hewayê re em hema bêjin kar nakin. Dahata min a mehane ya ji kafeyê 15 hezar lîre ye. Lê belê kirêya wê 2 hezar 500 lîre û ceyrana wê jî 2 hezar û 500 lîre ye. Avê û heqdestê xebatkaran jî lê zêde bikin, hema bêje tiştek namîne. Ez jî hewl didim alîkariya malbata xwe bikim. Dahata min lêçûnên min pêşwazî nake. Em hatine ber sînorê birçîbûnê.”
 
BI MÛÇEYÊ ASTENGDARIYÊ DEBARA XWE DIKE
 
Kadrî Atalay (58) ê çavên wî nabînin, bi lêv kir ku 8 kes bi hev re dijîn, bi tiştên qezenc dikin re nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Kirêya xanî 5 hezar lîre ye. Em nikarin bi mûçeyê astengdariyê debara xwe bikin. Beriya erdhejê kirêya me ya xanî 4 hezar û 500 lîre bû, xwediyê xanî piştî erdhejê got dê bike 6 hezar. Pişt re kir 5 hezar. Em bi alîkariyên mirovên derdorê bi zorê debara xwe dikin.”
 
Selma Çîftçî (50) ya dayika du zarokan, da zanîn ku bi mûçeya kêmtirîn debara xwe dikin û wiha got: “Kirêya me ya xanî 3 hezar e. Lê xwediyê xanî dê di meha mijdarê de me derxîne. Bihayê kirêyan ên xaniyên em niha lê dimînin 10 hezar lîre ye. Em ê çawa xanî bibînin? Em ê çawa 10 hezar lîreyan bidin kirê û debara xwe bikin. Beriya erdhejê jî pirsgirêka me ya mayînê hebû. Niha ev pirsgirêk mezintir bû. Vê pirsgirêkê êdî gel derbas kiriye, divê pirsgirêka dewletê be. Berê dema mûçeya kêmtirîn 2 hezar lîre bû, me bi hesanî dikarî debara xwe bikin. Niha qet ne pêkane ku mirov bi mûçeya kêmtirîn debara xwe bike. Em her tim ji tiştekî kêm dikin û hewl didin debara xwe bikin.”
 
Rabîa Balkan (80) a di erdhejê de xaniyê wan hilweşiya, anî ziman ku di kirê de dimînin û wiha got: “Em 4 hezar û 500 lîreyan didin kirê. Kurê min tenê dixebite û li 9 kesan dinêre. Bi mûçeyê kêmtirîn dixebite. Gaza xwezayî ye, ceyrane, av e, aîdat in… em nikarin hemûyan bidin. Debar gelekî zor e.”