Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê

img
ENQERE - TURK-ÎŞ’ê aşkere kir ku sînorê birçîbûnê yê mesrefa xurekê ya mehane ya malbateke ji çar kesan pêk tê, 11 hezar û 658 lîre ye. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) daneyên sînorê birçîbûn û xizaniyê yên tîrmeha 2023’yan aşkere kir. Li gorî daneyan sînorê birçîbûnê yê malbateke ji 4 kesan pêk tê bû 11 hezar û 658, sînorê xizaniyê jî bû 37 hezar û 974 lîre. Bi vî awayî mûçeyê kêmtirîn ku 11 hezar û 402 lîre ye kete bin sînorê birçîbûnê.
 
Di meha hezîranê de jî sînorê birçîbûnê 10 hezar û 373 û sînorê xizaniyê jî weke 33 hezar û 788 lîre hatibû aşkerekirin.