Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre

img
WAN - Welatiyên Wanê zemên piştî hilbijartinê hatine kirin weke “zilm” pênase kirin û wiha gotin: “Em li qûşxaneya vala û qûşxaneya vala jî li me dinêre.” 
 
Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe û êdî hêza kirînê ya welatiyan roj bi roj qels dibe. Ji sotemeniyê heta amûrên elektronîk û bacan, hema hema ji bo her tiştekî ji sedî 50’î zêdetir zem hate kirin. Vê yekê jî barê welatiyan girantir kir. Ji ber bihabûna zebze û fêkiyan, gelek caran welatî destvala vedigerin malên xwe. Li bazarên Wanê kîloya bacanên herî erzan bi 17 lîreyan, ya xiyar bi 20, ya pîvazê bi 20’an û ya îsotan jî bi 25 lîreyan e. Kîloya zebeş di navbera 10-15 lîreyan de diguhere ya tirî jî bi 40 lîreyan e. Welatiyên Wanê yên ji bo dan û standinê çûn sûkê bertek nîşanî zeman dan. 
 
‘ERDOGAN XELK PERÎŞAN KIR’
 
Welatiyê bi navê Ahmet Kara diyar kir ku cara ewil e ji ber debara xwe wiha zehmetiyê dikişîne û wiha dom kir: “Erdogan beriya hilbijartinê digot dê her tişt erzan bibe. Lê milet perîşe kir û xapand. Tu kesî zilma li wî me kirî li me nekiriye. Wisa bi jiyana me kir ku em niha nikarin nanekî bibin mala xwe. Bi rastî jî milet birçî ye, perîşan e û ev jî zilma îktîdarê ye. Erdogan digot; ‘ ez ê nehêlim teqawid di bin enflasyonê de bieciqin.’ Lê kesên teqawid nikarin nan bibin mala xwe. Yên di kirê de ji xwe nikarin pîvazê bo mala xwe bibin. Piştî hilbijartin xelkê xizan hêj xizantir û yê dewlemend jî hêj dewlemendtir bû.” 
 
SOZÊN KU PÊK NEHATIN 
 
Ayten Çakan jî bi lêv kir ku ji bo zebze û fêkiyên erzan bikire hatiye bazarê û wiha bertek nîşan da: “Dahateke min nîne lewma gelek caran nayêm bazarê. Di salên berê de me bi 200 lîreyan hemû pêdiviyên xwe ji bazarê dikirîn. Lê niha bi hezar lîreyan têm û nikarim tiştekî bikirim. Sedema vê jî zem û bihabûn e. Zarokên min fêkî dixwazin lê ji ber ku biha ne, nikarim bikirim. Heke li Wanê kar hebûya dê zarokên min bixebitiyan. Berpirsyarên vê rewşê ew kesên me birêve dibin in. Di hilbijartina din de min dengê xwe da Erdogan lê niha gelek poşman im. Ji ber Erdogan hemû kes xizantir bû. Hin kesên ez nas dikim hene ku nikarin zebze û fêkî û nan bikirin. Ji ber vê yekê bi rastî jî gelek poşman im. Xwezî min dengê xwe nedabûya wî. Em bi olê xapandin.” 
 
‘HER ROJ ZEM TÊN KIRIN’
 
Ji welatiyan Mehmet Şefîk Guleken jî bal kişand ser zehmetiya debarê û ev tişt anî ziman: “Teqawid 7 hezar û 500 TL mûçe digirin. 5 hezaran didin kirê. Gelo ev kes dê bi 2 hezar û 500 lîreyan çawa debara xwe bikin? Her tişt gelek biha ye. Hema hema her roj zem tên kirin. Ez teqawid bûme û tevî ku mala min bi xwe ye jî bi zorê debara xwe dikim. Gelo dê kesên di kirê de û bêkar çawa debara xwe bikin? Hêvîdarim ev rewşa xerab bi dawî bibe.” 
 
‘XELK DI BIN ZEMAN DE PERÇIQÎ’
 
Têkildarî mijarê Şevkî Akin anî ziman ku tu nirxê lîreyê tirk nema ye û wiha bal kişand ser zemên tên kirin: “Her roj zem tên kirin. Ez têm bazarê lê ji bo mehekê tenê 200 lîreyên min hene. Ez nizanim bê ka dê heta dawiya mehê çawa bi vî pereyî îdare bikim. Divê îktîdar van fiyetan biguherîne û derfetên kar biafirîne. Ji ber ku xelk di bin zem û bêkariyê de di perçiqe. Di bîra min de ye ku min bi 150 TL’an mal kiribû lê niha bi hezar lîreyan li vir zebze û fêkî dikirim. Êdî bes e! Bila zemê nekin û her tişt erzan bibe. Bila ev rêveber bên li mitbaxa feqîran binêrin bê ka çi tê de heye û çi dixwin. Mirovek di vê serdemê de bi 9 hezar û 500 lîreyan dê çawa debara mala xwe bike?” 
 
‘EM LI QÛŞXANEYA VALA DINÊRIN’
 
Feyrûze Şîmşek jî got ku nikarin tiştên dixwazin ji bazarê bikirin û wiha dom kir: “Em li qûşxaneya vala û ew jî li me dinêre. Em rûn dikirin lê nikarin kartol û pîvazan bikirin. Nikarim li mala xwe xwarinê çêbikim. Rewşa me gelek xerab e û nizanim dê ev rewş çawa bidome. Her tişt biha ye, fiyetên kirêyan zêde bûne û fiyetên duh îro diguherin. Bacan duh bi 10 TL’an bûn lê rojek piştre bûn 13 TL. Her wiha heqê rêyan jî gelek biha bûne. Diçî nexweşxaneyê, serê her kesî 12 lîreyan didî. Divê dewlet çareseriyekî bo van zeman bibîne.” 
 
'EM WEKE LIB DIKIRIN’ 
 
Yek ji esnafên bazarê Melîk Kendîgelen got ku ji ber zêdebûna fiyetan, nikarin tiştên xwe bifiroşin û wiha bi dawî kir: “Her roj zem tên kirin. Êdî dema mişterî fiyetan dipirsin em şerm dikin bersivê bidin. Ji ber vê bihabûnê êdî xelk zebze û fêkî ne bi kîloyê lê lib lib dikirin. Ev zem, bandorê li her kesî dikin. Niha demsala havînê ye lewma fiyetên zebze û fêkî hinek erzan in. Lê di zivistanê de dê bifirin. Zebzeyên em niha difiroşin zebzeyên Wanê ne. Dema ev qediyan, dê ji Mêrsîn û Edeneyê bên. Dê fiyetên wan jî du qet zêdetir bibin. Lêçûna min a mehane 15 hezar TL ye û ez zirarê dikim. Lewma dê dev ji vî karî berdim.”