Weqfa Diyanetê 4 milyar TL kom kir û dahata xwe ji sedî 93 zêde kir

img
STENBOL - Tabloya dahat û lêçûnên TDV’ê ku girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê ye û venihêrîna wê nayê kirin, ji hêla çapameniyê ve hate parvekirin. Li gorî vê yekê; dahata weqfê li gorî sala 2020’ê ji sedî 218 û li gorî sala 2021’ê jî ji sedî 93 zêdetir bû. 
 
Dahata Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV) ku Dîwana Çavdêriya Darayî venihêrîna wê nake, di sala 2022’yan de 4 milyar û 68 milyon û 358 hezar û 490 lîre pere kom kir. Lêçûnên weqfê yên sala 2022’yan jî weke 3 milyar û 159 milyon û 729 hezar û 52 lîre hate hesabkirin. Hat zanîn ku ji 4 milyar lîre dahata TDV’ê 3 milyar û 161 milyon û 966 hezar lîre ji bexşan û alîkariyan hatiye komkirin. Her wiha hat zanîn ku weqfê di bin navê “Dahatên Fînansî” de 165 milyon û 446 hezar lîre, di bin navê “Dahatên Din” de jî 740 milyon û 98 hezar lîre pere kom kiriye. 
 
Di heman demê de lêçûnên weqfê jî di tabloyê de hatin rêzkirin. Li gorî vê yekê; TDV’ê bi giştî ji 3.1 milyar lîre lêçûnên sala 2022’yan milyarek û 300 milyon lîre ji bo xizmetên civakî, milyarek lîre ji bo “kar û barên xêrê û xebatên dilxwaz” hatine xerckirin. Lêçûnên xebatkarên weqfê yên sala 2022’yan jî weke 93 milyon û 423 hezar lîre hate ragihandin. 
 
DU MIZGEFT BI MILYONAN LÎREYAN TÊN ÇÊKIRIN
 
TDV’ê di sala 2022’yan de ji bo çêkirina du mizgeftan 22 milyon lîre xerc kir. Tê payîn ku pereyê ku dê weqf ji bo mizgeftên înşaeta wan hêj didome jî bi giştî 320 milyon lîreyan xerc bike. Hat gotin ku dê ji bo Mizgefta ODTU’yê ya Enqereyê ku çêkirina wê TDV’ê li xwe girtiye 11 milyon lîre, ji bo Kizilay 15 Temmuz Şehitler Camii ya li navenda Enqereyê jî 250 milyon lîreyan xerc bike.