Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman

img
DÊRSIM - Esnafên Dêrsimê diyar kirin ku mîhrîcan jî ji derdên wan re nebûye derman û wiha bertek nîşanî krîza aborî dan: “Her roj zem tên kirin. Êdî xelk nikare tiştekî bikire.” 
 
Li Dêrsimê hem esnaf hem jî hemwelatî ji ber zeman aciz in. Ji ber pirsgirêka debarê, gelek ciwanên bajar berê xwe didin welatên cuda yên Ewropayê. 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê jî ji derdê xelkê bajar re nebû derman. Me mîkrofon dirêjî dêrsimiyan kir û wan jî got ku sedema krîza heyî îktîdar e. 
 
‘CIWAN NEMAN’
 
Ji dikandaran Şukru Kiliç anî ziman ku yek ji pirsgirêka herî mezin a bajar koçberî ye û wiha got: “Nifûsa bajar kêm dibe. Sedema vê koçberiyê jî sedemên siyasî û aborî ne. Tiştekî bi navê ciwanan nema. Kar tune ye, îstîhdam tune ye. Lewma gelek kes berê xwe didin derveyî welat. Heke tu ji kesên ji xwe re dibêjin ‘pisporê aboriyê’ bipirsî, heke tu ji Şîmşek bipirsî nizane bê ka sibe dê çi bibe. Mîhrîcanê jî wekî berê bandor li aboriya bajar nekir.” 
 
‘TENÊ TIŞTÊ DIZANIN ZEM IN’
 
Qirtesiyevan Celal Orhan jî got ku li gorî mehek berê tiştên li dikanê biqasî ji sedî 20 ferq çêbûye û wiha domand: “Xelk êdî nikare tiştekî bikire. Hema hema karê me qet nîne. Niha pirtûkeke çavkaniyê bi qasî 200 lîreyan. Di demên berê de ev pirtûk bi 100 lîreyan bûn. Ev rewşa nebaş dikare bi polîtîkayên aqilene were çareserkirin. Bi zemên her roj ve çareser nabe. Bi kirîna biedalet, bi baca biedalet ve dikare çareser bibe. Wezîrekê aboriyê anîne ku ji bilî zeman tu tiştekî nizane.” 
 
‘HÊVIYA MIROVAN NEMA YE’
 
Îlhan Bulut jî karkerê gaza xwezayî ye û dibêje ku rewşa aboriyê roj bi roj xerabtir dibe. Bulut, ev tişt anî ziman: “Tiştê ku min 3 roj berê kirî nikarim îro bi heman fiyetî bikirim. Karkerê gaza xwezayî me û fiyetekî didim mişterî. Ev fiyet her roj diguhere. Êdî nikarim fiyetekî bidim mişteriyan. Ji ber ku fiyetê beriya nîvro û yê piştî nîvro ne wekî hev e. Di demên berê de ev guherîn 5-6 mehan carekê çêdibûn. Lê niha ne wisa ye. Tu hêviyên min ên başbûna vê rewşê nînin. Ji ber ku mercên mirov bikare hilberînê bike nînin. Mazot pir biha ye. Hêviya mirovan nema ye. Her kes li rêyên çûna derveyî welat digere.” 
 
‘JI BO HER TIŞTEKÎ ZEM TÊ KIRIN’
 
Ji esnafan Sînan Goçelî jî bi lêv kir ku ji sala 2006’an heta niha esnaftiyê dike û wiha bertek nîşan da: “Di demên berê de li cem me 20 karker hebûn. Lê em niha dikarin tenê 2 kesan bidin xebitandin. Niha lêçûnên her karkerekî dibe 20 hezar lîre. Di demên berê de rûnê poxaçayê bi 280 lîreyan bû lê niha bûye 450 lîre. Me 25 kîloyên ardî berê bi 200 lîreyan dikirî lê niha bûye 450 lîre. Her tişt du qet zêdetir bûye. Hemû kes dizane sebebê vê krîzê kî ye. Me berê bi 200 lîreyan tiştên baş dikirîn lê niha nikarin bi 200 lîreyan penîr jî bikirin. Ji bo rewş baş bibe pêdivî bi mejî heye.” 
 
‘HEKE WIHA BIÇE DÊ TIRKIYE NEMÎNE’
 
Nurgul Çetînkaya ku yek ji esnafan e jî bi lêv kir ku Dêrsim êdî bajarekî turîzmê ye û wiha axivî: “Mîhrîcan hate kirin lê tu bandorekê wê li esnafan nebû. Em nikarin di mîhrîcanan de jî bixebitin. Ev bû 6 meh min nekariye kirêya xwe bidim. Nizanim bê ka ez ê lêçûnên xwe çawa pêşwazî bikim. Heke wiha bidome dê Tirkiye nemîne.” 
 
 ‘DIVÊ HIKÛMET Û RÊVEBER BIGUHERIN’
 
Welatiyê bi navê Alî jî got ku gelek kes ji ber krîza aborî koçber bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî kes nikare pêşiya zeman bigire. Sedema vê jî îktîdar e. Ji nan heta benzînê ji bo her tiştekî zem tên kirin. Heta duh jî me nan bi 1,5 lîreyan dikirî lê niha bûye 7 lîre. Êdî her 3-4 kes nanekî dixwin. Ev yek nîşan dide ku aborî têk çûye. Sedema vê jî kesên li ser serê me ne. Divê ev pergala hatiye avakirin tune bibe. Heke hikûmet biguhere dibe ku hinek tişt baştir bibin. Divê hikûmet biguhere û pêşiya ciwanan were vekirin.”