Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn

img
 
RIHA - Ji damezirînerên KESK’ê Sevîl Fîgen Erol di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.  
 
Yek ji damezirînerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Sevîl Fîgen Erol dema ku peywira xwe ya Sekreteriya Giştî ya KESK'ê didomand bi nexweşiya penceşêrê ket û di sala 2008'an de li Enqereyê  jiyana xwe ji dest da. Erol di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Esrî ya Sêwereg a Rihayê hate bibîranîn. Tevî endamên malbatê, gelek endam û rêveberên Platforma Şaxên KESK’ê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî tev li bîranînê bûn. 
 
Di merasîma bîranînê de Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê yê Rihayê Salîh Karataş axivî û li ser têkoşîna Erol sekinî. Karataş anî ziman ku hevala wan Erol bi pêvajoyeke giran re rû bi rû ma û di berdewama axaftina xwe de soza layîqbûna têkoşîna Erolê da. 
 
‘BI AWAYEKÎ HERÎ BAŞ PÊŞENGTÎ KIR’
 
Endamê Meclisa Giştî yê KESK’ê Yilmaz Guneş jî wiha got: "Erol, di pêşengtiya jinê de mînakek bû. Di demên herî zehmet de bi awayeke herî baş pêşengtî kir. Em di şexsê wê de hemû şehîdên demokrasiyê bi bîr tînin.” Bavê Erol jî spasiya kesên tev li bîranî bûne kir û ev tişt anî ziman: "Xwedê mirineke birûmet bike nesîbê her kesî. Ji hevalên wê yên têkoşînê re silavên xwe dişinîm.”
 
Piştî axaftinan jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Erol, dua xwendin û bîranîn bi dawî bû. Piştî bîranîna li ser gorê, beşdar derbasî Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Sêweregê bûn û sînevîzyona têkildarî têkoşîna Erol hatibû amadekirin, temaşe kirin.