DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar

img
AMED - Midûrê Giştî yê DEPSAŞ’ê Mûrat Karaguzel destnîşan kir ku Amed jî di nav de hejmara aboneyên avê yên 6 bajaran gihiştiye 2,2 milyonan û qerên wan gihiştiye 16 milyaran. Karaguzel anî ziman ku dê ceyrana kesên deynên xwe nedin bên birîn û abonetiya wan were betalkirin. 
 
Şîrketa Anonîm a Firotina Ceyrana Perakende a Dîcleyê (DEPSAŞ) da zanîn ku ji sedî 80 aboneyên wan bo wan deyndar in û deynên wan aboneyan jî 16 milyar derbas kiriye. Midûrê Giştî yê DEPSAŞ Enerjiyê Mûrat Karaguzel destnîşan diyar kir ku deynên yekitiyên avdanê û aboneyên mezin ên ku ceyranê xerc dikin zêde bûye. Karaguzel, got ku dê ji ber van deynan ceyranên wan aboneyan bibirin, abonetiyên wan betal bikin û derheqê wan de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. 
 
DÊ HERÎ ZÊDE LI RIHA Û MÊRDÎNÊ BÊN BIRÎN 
 
DEPSAŞ'ê da zanîn ku li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê bi giştî 2,2 milyon aboneyan wan hene û ji van ji sedî 80’ê bo wan deyndar in. Midûrê Giştî yê DEPSAŞ Enerjiyê Mûrat Karagûzel têkildarî stendina deumam ev tişt gotin: “Edî em hatine radeyeke wisa ku êdî nema dikarin ji ber deynên ceyranê yên heyî yên li herêmê re bidomînin. Êdî em di pêkanîna karên xwe de jî zehmetiyê dikêşin. Ji ber qerên me yên li Riha û Mêrdînê di belavkirina ceyranê ya li herêmên din de pirsgirêk derdikevin." 
 
‘DÊ PÊVAJOYA HIQÛQÎ WERE DESTPÊKIRIN’
 
Karagûzel anî ziman ku ew li gel hemû hewldanên hişyariyê û agahîdanan jî dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û wiha bi dawî kir: "Ji 30 hezar aboneyên avdaniya çandiniyê 23 hezarên wan li Riha û Mêrdînê ne. Ji sedî 90’ê aboneyên van deveran deyndar in. Divê em jî karûbarên xwe li gorî berpirsyariyên xwe yên bi Wezareta Enerjiyê û Saziya Sererastkirina Piyaseyên Enerjiyê re tevbigerin. Li gorî madeya 35’emîn a Rêziknameya Xizmetên Kiryar ên Piyaseya Ceyranê dê birîna ceyranan were xwestin. Piştre dê ji ber deynên nehatine dayîn pêvajoya hiqûqî were destpêkirin. Dema ku aboneyên me deynên xwe piştî birînê ranezandin, dê abonetiya wan were betalkirin û ji nû ve abonetiya ceyranên wan dê nayê çêkirin. Ji ber van sedeman em bang li hemû aboneyên xwe yên ku deynên wan hene dikin ku bila bi lezgînî deynên xwe bidin."