Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

img
STENBOL - Karkerê di teqîna sîloya TMO’yê ya li Derînceyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. 
 
Di 7'ê tebaxê de li navçeya Derînce ya Kocaeliyê di sîloya Ofîsa Berhemên Axê (TMO) de teqînek çêbû û 12 karker birîndar bûbûn. Karkerê bi navê Ekrem Kalkan (20) ê li Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. 6 karkerên di heman teqînê de birîndar bûbûn duh tabûrcî bûn. Tedawiya 5 karkerên din jî berdewam dike.