Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin

img
DÊRSIM - Karkerên FEDAŞ’ê bi sedema ka heqê wan kêm tê dayîn çalakî li dar xistin û xwestin ku mûçeyên wan bên zêdekirin. 
 
Xebatkarên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Firatê (FEDAŞ) ya Dêrsimê, bi sedema ku heqdestê wan kêm tê dayîn li Taxa Sîhenkê li pêşiya avahiya FEDAŞ’ê daxuyanî dan. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiya karkeran. 
 
Ji karkeran Şahîn Ozmen anî ziman ku Peymana Kar a Komî (TÎS) a Sendîkaya Karkerên Enerjî, Av û Gazê ya Tirkiyeyê (Tes-Îş) ji derdên wan re nebûye derman û wiha got: “Tu wateya heqdestê me ya li hemberî enflasyonê nema. Em vî mûçeyê kêm qebûl nakin. Ji bo jiyaneke mirovane, divê tiştên pêwîst bên kirin. Heke li Dêrsim û navçeyên wê pirsgirêk derkevin, divê bê zanîn ku sedema wê şîrket bi xwe ye ku heqê xweha kedkaran xesp dike.”
 
Çalakî, bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.