Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin

img
MÊRDÎN - Di 10'ê hezîranê de li Mêrdînê ji bo veguhestina nava bajar ji sedî 42 zem hatibû kirin û niha dîsa ji sedî 50 zem hate kirin.  
 
Piştî zemên li sotemeniyê hatine kirin û lîreyê tirk li hemberî dolar hêj bêhtir bênirx bûy, li Mêrdînê ji bo veguhestina nava bajar cara duyemîn zem hate kirin. Di 10'ê hezîranê de ji bo veguhestina nava bajar û navçeyan ji sedî 33 heta ji sedî 42'yan zem hatibû kirin. Niha jî nêzî ji sedî 50 zem hate kirin. Bi zema nû re siwarbûna biqert ku di meha hezîranê de 7 lîre bû derket 10 lîreyan. Siwarbûnên bêqert ên weke 10 lîre hatibûn diyarkirin jî bi zema nû re derket 15 lîreyan. 
 
Di meha hezîranê de heqê rê yê biqert a di navbera navçeyên Artûklû-Qoserê de ji 12 lîreyan derketibû 16 lîreyan. Bi zema nû re ev biha ji 16 lîreyan derket 23 lîreyan, siwarbûnên bêqert jî ji 20 lîreyan derket 30 lîreyan.
 
Di meha hezîranê de heqê rê ya biqert a di navbera Artûklû-Nisêbînê û Artûklû-Mîdyadê de ji 40 lîreyan derketibû 50 lîreyan û niha bû 70 lîre.  
 
Bihayê rêya Qoser û Heşerî ya ku di meha hezîranê de kiribûn 20 lîre jî derket 35 lîreyan. Bihayê rê yê di navbera Merdîn û Amedê de jî ji 80 lîreyan derket 100 lîreyan. 
 
Ji bo heqê rê yê otobusan jî bi heman rêjeyan zem hatin kirin. Zemên hatine kirin îro ketin meriyetê.