Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin

img
STENBOL - Midûrê Parastina Hawirdorê yê Şaredariya Esenlerê yê AKP’î Fatîh Kalelî gefa “Li pariyê nanê xwe binêrin, nexwe hûn ê ji nanê xwe bibin” li karkerên paqijiyê xwar ku dev ji kar berdane. 
 
Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Esenler a Stenbolê ya AKP’î, bi sedema mûçeyên kêm û ji bo başkirina şert û mercên kar, dest bi çalakiya berdana kar kirin. Nêzî 400 karker di saetên serê sibehê de li Navenda Kombûnê ya Şîrketa Anonîm a Personelan a Şaredariya Esenlerê hatin ba hev û dest bi çalakiyê kirin. Karkeran, daxwazên xwe ji rêveberiya şaredariyê re şandin. 
 
Dema karkerên girêdayî Şîrketa Anonîm a Personelan a Şaredariya Esenlerê ya ESPER’ê çalakiya xwe didomand, Midûrê Parastin û Kontrola Hawirdorê ya Esenlerê Fatîh Kalelî hate cem wan û bi gotina “Li pariyê nanê xwe binêrin, hûn ê ji nanê xwe bibin” gefa derxistina ji kar li karkeran xwar. Karkeran jî bertek nîşanî gefên Kalelî dan.