Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye

img
MÊRSÎN - Penaberên sûriyeyî yên ku li Adanalioglûyê konên xwe li nêzî zeviya ku lê dixebitin vedane, jiyana xwe di şert û mercên xirab de didomînin. Jinên ku bandoreke mezin ji zor û zehmetiyên jiyana konî digirin, anîn ziman ku piltî karê nav zeviyê karê nav malê jî dikin. 
 
Penaberên ku ji bêgavî ji Sûriyeyê koç kirin û hatin Tirkiyeyê, li nav zeviyan di şert û mercên dijwar de dixebitin. Sûriyeyên koçî herêma Çûkûrovayê kirine, bi derfetên xwe li nêzî zeviyên ku lê dixebitin konên xwe vedane. Penaberên sûriyeyî ku ji meha kanûnê heya tebaxê di ka rû barên cuda yên çandiniyê de dixebitin, di şert û mercên ne paqij de jiyana xwe didomînin. Karkerên çandiniyê yên sûriyeyî ku li Taxa Adanalioglû ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê dixebitin, di warê av, serşûştin û tuwaletê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Yên herî zêde nesîb ji zor û zehmetiyên jiyana konan digirtin jî jin û zarok in. Zarok ji ber ku cihê lê dimînin dûrî navendê ne hem nikarin baş bên xweyîkirin hem jî ji mafê perwerdehiyê bêpar in. 
 
PIŞTÎ KARÊ ZEVIYÊ KARÊ MALÊ
 
Sehar Mûhammed (26) anî ziman ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatine Mêrsînê û 9 sal in karê sera û baxçeyan dikin. Mûhammed behsa şert û mercên karê serayan kir û got: "Havînan karê serayan pir zehmet e. Ji germa hindik dimîne em ji xwe ve biçin. Lewma em havînan 8 saetan zivistanan jî 12 saetan dixebitin. Em serê sibehê saet di pêncan de dest bi kar dikin û nîvro diqedînin. Karê serayan û jiyana li konan ji bo jinan pir zehmet e. Piştî karê nav zeviyê em diçin li konan xwarinê çêdikin û firaqan dişon. Ji ber ku metbax tune ye, em di warê firaqşûştin û xwarinçêkirinê de zehmetiyê dikişînin. 7 zarokên min hene. Ya herî biçûk 8 mehî ye. Em jin zarokan xwedî dikin." 
 
Mûhammed bilêv kir ku ji xeynî jiyana li konan tu jiyaneke wan a din tune ye û nikarin derkevin derveyî Mêrsînê. Mûhammedê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jiyana me tenê nava zeviyan û hundirê konan e. 10 sal in ez li vir dixebitim. Min heya niha tenê 4-5 caran nava bajêr dîtiye. Gava em diçin nexweşxaneyê em nikarin tedawî bibin. Nasnameya me tune ye. Her wiha nêzîkatiya şêniyên vir jî cuda ye. Ji bo me dibêjin tim alîkairyê werdigirin, lê pereyê em werdigirin tenê 300 lîre ye. Em bi wî pereyî nikarin şîr ji zarokan re bikirin." 
 
Pîsem Elmûsa (23) jî anî ziman ku heqdesta wan a rojane 300 lîre ye û ev tişt anî ziman: "Em piştî karê îsotan çûn Bala ya Enqereyê karê pîzavan. Lê piştî rojekê du rojan ji ber ku qeyda me li Mêrsînê bû, cendirmeyan em car din şandin Mêrsînê. Gef li me xwarin, gotin ger hûn neçin em ê we dersînor bikin. Em zivistanan di van konan de perîşan didin. Konên me dilopan dikin. Konên me ji be rku naylonên, em ditrisin em sobeyê jî deynin. 3 zarokên min hene, tim nexweş dikevin. Hundirê konan pir germ e. Kelmêşan ew perîşan kirine. Vê mehê hezar lîre heqê ceryanê hat. Me tenê perwane, sarinc û cilşo bi kar aniye. Heqdesta me têra me nake." 
 
MA / Dîlan Akyol