‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’

img
AMED - Veterînerên girêdayî Odeya Bijîşkên Veterîner ên Amedê bi daxwaza ku ew jî bikevin ber “Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê” de ji bo rojekê dest ji kar berdan. 
 
Veterînerên girêdayî Odeya Bijîşkên Veterîner a Amedê li Qada Şêx Seîd hatin ba hev. Daxuyanî bi mebesta bidawîkirina neheqiyên li dijî bijîşkên veterîner hate dayîn. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan jî tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de dovîzên “Bila bijîşkên veterîner bikevin ber qada tenduristiyê”, “Bijîşkên veterîner para jihêzketinê bigirin” , “Ji tundiya di qada tenduristiyê de re na” û “Ji nav zeviyan heta ser sifreyê veterîner li her derê ne” hatin vekirin. Di heman demê de pankarta “Bijîşkên veterîner jî xebatkarên tenduristiyê ne divê daxilî qanûna tundiya di tenduristiyê de bên kirin” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Yekitiya Bijîşkên Veterîner ên Tirk Duriye Yalçin Erkek ve hate xwendin. 
 
'TUNDÎ LÊ TÊ KIRIN’
 
Erkek, da zanîn ku dema pîşeya xwe dikin rastî gelek cureyên tundiyê tên û wiha got: “Êdî em nema dikarin tehemûla vê tundiyê bikin. Pîşeya bijîşktiya veterîner ji bo parastina tenduristiya civakî, tenduristiya sewalan û tenduristiya hawirdorê mîna mertalekî ye û xwedî cihekî stratejîk e. Bijîşkên veterîner li her qadê rastî tundiyê tên. Di dawiya dawî de gelek hempîşeyên me dev ji kar ber didin û diçin derveyî welat. Bijîşkên veterîner di Qanûna Memûrên Dewletê ya Hejmar 657’ê de di qada ‘xizmetên tenduristiyê’ de hatine pênasekirin. Divê demek beriya demekî tişta pêwîst were kirin û hemû bijîşkên veterîner bikevin ber ‘Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê.’” 
 
Erkek, got ku ji bo daxwazên xwe bidin bihîstin dê rojekê çalakiya berdana kar li dar bixin.