Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin

img
AMED - Karkerên FEDAŞ’ê yên di roja 14’mîn de çalakiya xwe berdewam dikin, bibiryar in ku heya mafên xwe bistînin dê têkiboşin 
 
Karkerên girêdayî Enerjî-Sen a Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ên di Belevkariya Ceyranê ya Firat a Dêrsimê (FEDAŞ) de dixebitin, li dijî kêm mûçe û şert û mercên xebata bêtemînat di 9 tebaxê de dest bi çalakiya sistkirina kar kirin.  
 
Sekreterê Giştî yê Enerjî-Sen’ê Emîn Atsiz li ser navê karkerên di roja 14’emîn de têkoşîna xwe berdewam dikin axivî û wiha got: “Yên wekî ku me nabîhisin tevdigerin, her roj bi qasî dixwazin peyaman bişînin. Hewl bidin ku hevalên me yên karker bitirsînin, biçewisînin. Lêbelê bi hêz û bibiryarbûna vê derê hûn jî dibînin. Ev lêgerîna maf dê heya dawî dom bike.”
 
Piştî daxuyaniyê karker dest bi çalakiya xwe kirin.
 
GEL HATE AGAHDARKIRIN
 
Karkerên ku kar sist kirin e tevî ku mifteyên wesayîtên şîrketê ji wan hatiye stendin, mudaxileyî karên lezgînî dikin û nahêlin ceyran li ser welatiyan qut bibe. Tevî vê yekê jî duh hat xwestin ku karker û welatî li ber hev rabin. Li gel vê yekê karker di qehweyên navenda bajêr de geriyan û daxwazên xwe û gotegot û tiştên derheqên wan de tên gotin ji xelkê re anîn ziman.