Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin

img
ORDÛ - Serokê Şaxa Tum Koy Sen a Ordûyê Zekaî Sagra destnîşan kir ku findiq di bin biyetê hatiye diyarkirin de tê firotin û got ku êdî dem hatiye ku hilberîner xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan.
 
Li herêma Behra Reş wekî her sal îsal jî findiq bi erzanî tên firotin. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan daxuyand ku Ofîsa Mahsûlên Axê (TMO) ji bo findiqên Gîresûnê 84 TL û ji bo findiqên Levantê jî 82,5 lîre diyar kiriye. Lê belê findiq di bazara serbest de di biniya vî fiyetî re tên firotin. Findiq li hin deveran bi 70-75-77 lîreyan tê firotin. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Hemû Gundiyên Hilberîner (Tum Koy Sen) a Ordûyê Zekaî Sagra, rewşa findiqan nirxand.
 
Sagra bilêv kir ku fiyetên ku Serokkomar Erdogan ew eşkere kirine bi salan e wekî hejmara herî jor bûye û got ku lê belê TMO temê ji 9 parên findiqan parekê distîne. Sagra da zanîn ku yên mayî jî mehkûmî bazara serbest tên kirin û got: "Lewma fiyetê ku îro 70-72 lîre ye. Serokkomar wekî ku 130 TL dabe eşkere kir. Lê tişta ku bi salan hat kirin îsal jî hat kirin. Her wiha odeyên çandiniyê jî hesabekî maliyetê ya bi qasî 82 lîreyan eşkere kiribû. Yanî ne pêkan e ku hilberîner bi vî fiyetê qezenc bike. Hejmara ku hilberîner karibe pê li ser lingan bisekine, 130 lîre ye." 
 
MONOPOLÎ
 
Sagra diyar kir ku hilberînerên findiqan her sal bi awayekî plankirî îhaleyî monopolên zexîre yên navneteweyî tên kirin û got ku di sala 2012'yan de fîrmaya Ferraro ya îtalî kirîgerekî findiqan ê girîng ê Tirkiyeyê stendiye û di vî warî de bûye monopol û hatiya asta ku fiyetan diyar bike. Sagra destnîşan kir ku sedema 10 lîre ferqa di navbera fiyetê tê diyarkirin û fiyetê findiq pê tên kirîn de ev e. 
 
'HILBERÎNER JI HILBERÎNÊ DÛR KET'
 
Sagra ragihand ku pereyê ku divê têkeve berîka hilberîneran, dikeve berîka yekeyên ku bazirganî û çandiniyê bi rê ve dibin û wiha pê de çû: "Findiq wekî zêr e, mirov dikare di cidî veguherîne pere. bivênevêya bazara cîhanê ya di ser sed milyaran re ye. Lê belê fiyetê tê diyarkirin ji bo hilberînê fikaran li hilberîner peyda dike. Ji ber vê hilberîner jî ji hilberînê qut dibe. Piraniya hilberîneran bexçeyê xwe bi pergala şirîkantiyê didin mirovên xizan." 
 
Sagra destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleyê pêşî divê vîna siyasî aliyê xwe diyar bike ku ehlê hilberînê ye yan na û got ku findiq ew berhem e ku berhemeke din şûna wê nagire. Sagra bilêv kir ku divê li welatên wekî Tirkiyeyê ku deynê wê hene qîmeta berhemên îxracatê bê zanîn. 
 
RÊXISTINKIRIN
 
Sagra bilêv kir ku tahde li hilberîneran tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em serî rakin. Ger ev li devereke din biqewimiya, dê bûbûna cihê bertekên mezin. Divê em berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin. Tevî desthilata siyasî çav berdane nanê li ser sifreyê. Êdî dem hatiye ku hilberîner xwe bi rêxistin bikin û dakevin kuçeyê." 
 
MA / Tolga Guney