Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû

img
ENQERE - Rêjeya zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû. Li gorî vê yekê; dê di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de ji sedî 15 û ji bo 6 mehên dawî ji sedî 10, dê ji bo 6 mehên ewil ên sala 2025’ê ji sedî 6 û 6 mehên dawî jî ji sedî 5 zem were kirin. 
 
Piştî bidawîbûna civîn aLijneya Hakeman a Peywirdarên Cemaweriyê, rêjeya zemên dê ji bo memûr û memûrên teqawid diyar bû. Civîn, bi pêşengtiya Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê ku ji 11 endaman pêk tê hate lidarxistin. Li ser navê kedkarên cemaweriyê jî Memur-Sen tev li civînê bû. Teklîfa zemê bi piraniya dengan hate qebûlkirin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di dengdayînê de dengê xwe neda. Wezareta Xizîne û Darayî teklîfa xwe parast û hate qebûlkirin. Li gorî vê yekê; dê di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de ji bo mûçeyên memûran û memûrên teqawid ji sedî 15, di 6 mehên dawî de jî ji sedî 10 zem were kirin. Di 6 mehên ewilî yên sala 2025’an de dê ji sedî 6 û di 6 mehên dawî de jî ji sedî 5 zem were kirin.