Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket

img
MÊRDÎN - MARSÛ ya ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ye û qeyûm lê hatiye tayînkîrîn, di nava deynan de maye. Sazî ku nikare deynê xebatkaran bide, deynê wê 2 milyar TL derbas kir. 
 
Îdareya Avê û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, di nava deynan de maye. Deynên MARSÛ'yê ku di dema qeyûmê ewil de ji xizmên leşker û polîsan xalî nedibû û paşê bi burokratên ji derveyî Mêrdînê hat birêvebirin, 2 milyar TL derbas kirin. Deynên MARSÛ'yê bû 2 milyar û 142 hezar TL. Beriya qeyûm bê tayinkirin tu deynên wê tune bû, lê di dema qeyûmê ewil hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an 620 milyon TL deynê wê çêbû, lê piştî sala 2019'an deynê wê çar qat zêde bû. 
 
Tevî ev qas deynan jî MARSÛ'yê meseleya avê ya bajêr çareser nekir. Beşek deynê MARSÛ'yê ji krediyên Îller Bankasiyê pêk tê. Krediya hatiye girtin 684 milyon e û faîza wê jî 559 milyon û 673 hezar TL ye. Ji xeynî vê 345 milyon jê deynê ceryanê û piyaseyê ye. Deynê TEDAŞ'ê û DSÎ'yê yê li Marsûyê 331 milyon TL ye. 
 
MA / Ahmet Kanbal