Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn

img

RIHA - Mînîbûsa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li Rihayê qeza kir. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. 

 
Li ser Rêya Hawirdorê ya di navbera navçeya Pirsûs û Kaniya Xezalan a Rihayê de qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. Mînîbûs ji hêla Alî Kasap ve dihat ajotin û karkerên çandiniyê lê siwar bûn. Hat zanîn ku li devera Taxa Aydinliyê tekera wesayîtê teqiya û wesayît li dîwarê rex rêyê ket. Piştî bûyerê li cihê qezayê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê dan zanîn ku Fethiye Kasap, Bahar Akkuş û kesekî/a nasnameya wê/î nehat tespîtkirin jiyana xwe ji dest dane. 
 
17 kesên di qezayê de birîndar bûyîn jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Riha û navçeyên wê.