Krîza aborî bandor li amadekariyên zivistanê jî kir

img
MÊRSÎN - Jinên ku bi hatin payizê re dest bi amadekariya zivistanê kirin, anîn ziman ku krîza aborî barê wan pir giran kiriye. 
 
Bi hatina payizê re jinan dest bi amadekariyên zivistanê kir. Li herêma Çûkûrovayê amadekarî di meha Tebaxê de dikin û heya Cotmehê didomin. Jinên ku zebze hişk dikin û salçeyê çêdikin, bal kişandin ser krîza aborî. Jinên ku li Taxa Şahîntepe ya navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê bi awayekî palûte amadekariyên zivistanê dikin, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî nikarin wekî berê tiştekî bikirin û got ku îsotên ji bo salçeyê ku berê bi 8-12 lîreyan dikirîn, îsal bi 25-30 lîreyî kirîne. 
 
XEBATEKE KOLEKTÎF
 
Saniye Agbay ku di sala 1999'an de ji Wanê koç kiriye hatiye Mêrsînê, anî ziman ku amadekariyên zivistanê bi awayekî kolektîf kirine û got: "Em wekî her salê îsal jî bi hev re amadekariyên xwe yên zivistanê dikin. Wê rojê amadekariya kê hebe em jin diçin li ber mala wê kesê kom dibin û alîkariyê dikin. Em bi hev re ji heq her tiştî dertên. Em bi edeta xwe bi piştevaniyê didomînin. Em dixwazin ev ruh ji bo nifşên bê jî bibe mînak." 
 
KRÎZA ABORÎ
 
Agbay bilêv kir ku krîza aborî herî zêde bandorê li jinan dike û got: "Par kîloya îsotan bi 8-12 lîreyan bû, lê îsal bi 25-30 lîreyî ye. Firingiyên ji bo salçeyê par bi 2 lîreyan bû, îsal bi 15 lîreyan bû. Par me digot biha ye, lê îsal bihatir û. Em bêjin me par 50 kîlo salçe çêkiribe, îsal me 25 çêkiriye. Amadekariya zivistanê bandorê li budçeya me kir. Şert û mercên jiyanê pir dijwar bûne. Em salçe û tirşiyê hem ji bo xwe hem jî ji bo firotinê çêdikin. Sê zarokên min diçin dibistanê. Dibistan jî vebûn, mesref pir zêde ye." 
 
MA / Dîlan Akyol