Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e

img
WAN - Esnafên bazarê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî nikarin tu karî bikin û gotin ku dê ji bêgavî kargehên xwe bigirin. 
 
Krîzên piralî yên AKP'ê, bandorê li hemû qadên jiyanê dikin. Ji ber ku her roj fiyetê tiştan biha dibin, mirov êdî nikarin pêdiviyên xwe bikirin û ji ber vê her diçe xizanî zêdetir dibe. Bi hatin payizê re fiyetê zebze û fêkiyan car din biha bû. Ev yek bandoreke nebeşa hem li hilberîneran hem jî li kirîgeran dike. Li bazara li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji ber krîza aborî tu tişt nema. Ji esnafên bazarê Halîs Sevîl, bilêv kir ku berê rojê çewaleke pîvaz difirot lê niha çendî berên li ser dezgeha wî kêm in jî, nayên firotin. 
 
DÊ ZIVISTANÊ FIYET BIHATIR BIBIN
 
Sevîl anî ziman ku ji ber bihabûnê kes tiştekî nakire û got: "Fiyet pir biha ne. Gava fiyet biha bin, kirîger tiştekî nakirin. Pere heye, lê qîmeta wî tune ye. Ji lew re tu tişt nayê kirîn. EM dixisirin. PIştî bî temenî ez nikarim karekî din bikim. Ez ji bêgavî vî karî dikim. Beêr min bi hezara lîreyî têra 4 mehan eşya disten, lê niha ez bi 10 hezarî ancax têra mehekê eşya distînim. Dê be rbi zivistanê fiyet du qat zêdetir bibin. Ev krîz bandorê li he rkesî dike. 8 sal in li bazarê esnaftiyê dikim, lê cara ewil e ez krîzeke wiha dibînim."
 
GEL NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE
 
Esnaf Bakî Agaçkaya jî anî ziman ku ji ber zeman pêşî li ber fiyetan nayê girtin û got: "Em fedî dikin fiyetê tiştan ji kirîgeran re bibêjin. Ne em ne jî kirîger em nikarin roja din bi heman fiyetî heman tiştî bikirin. Kirîger êdî nayên. Gava kirîger tune bin, em jî ji serê sibê heta êvarî rûdinên. Her diçe piyase xirabtir dibe, qurîşek pere jî bi me re tune ye. Em nanoziko dixebitin. Rewşa aboriyê pir xirab e. Dê zivistanê fiyet xirabtir bibin." 
 
50 ESNAFAN DIKANÊN XWE GIRTINE
 
Nûrûllah Bakan jî bilêv kir ku li gor salên borî karê wan pir kêm bûye û wiha axivî: "Ji ber krîza aborî 50 hevalên me yên esnaf dikanên xwe girtin. Toqeya ku min berê bi lîreyekê difirot niha bi 25 lîreyan difiroşim. Ev ji bo kirîgeran biha ye. Par min rojê 100 toqe difirot, lê îsal rojê herî zêde 10 toqeyan difiroşim. Berê kirîgerên em bi wan re muxatab dibûn hezar û di ser hezarî re bûn, lê îsal sed heb tên an jî nayên. Em jî nizanin em ê çi bikin. Lê dê zivistanê fiyetê fêkî û zebzeyan pir biha bibe. Em li malê sê kes dixebitin, lê em nikarin debara xwe bikin." 
 
Sabrî Harhar jî anî ziman ku ji ber krîza aborî nikarin bixebitin û got: "Êdî kes nikare tiştekî bikire. Tişta ku ez îro difiroşim ez nikairm roja din bi heman fiyetî bikirim. Berê min 100 xewlî difirotin, lê niha encax 10 xewliyan difiroşim. Kes nikare tiştekî bikire. Em dixisirin."