BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna birçîtî û xizaniyê ya BÎSAM’ê; sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 ferdên wê heyî di meha tebaxê de derket 12 hezar û 34 TL’an. 
 
Navenda Lêkolînên Çînê ya Bîrleşîk Metal-Îşê (BÎSAM) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Rapora Serdemê ya Sînorê Birçîtî û Xizaniyê parve kir. Hesaba sînorê birçîtî û xizaniyê li gorî reqamên endeksê ya li gorî komên lêçûnên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), fiyetên maddeyê ya sala 2003’yan û fiyetên Nanê Gel a Stenbolê, rêzemarketan û înternetê û li gorî Qalibê Xweyîbûnê ya BÎSAM’ê hatiye diyarkirin. 
 
SÎNORÊ BIRÇÎTIYÊ
 
Li gorî vê yekê; di meha tebaxê de ji bo ku malbateke 4 ferdên wê heye bikare bi awayeke tendurist û baş xwe xweyî bike hewcehî bi 12 hezar û 34 lîreyan hebe. Ev rêjeya lêçûnan tenê ji bo heqê xurekan hatiye hesabkirin. Dema hemû lêçûnên ferdên malbatê esas tê girtin jî sînorê birçîtî û xizaniyê yê li Tirkiyeyê 41 hezar û 626 lîre hate hesabkirin.