Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar

img
STENBOL - Li gorî raporên ÎSÎG’ê; ji sala 2013’an heta niha herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a Beşkariya Çandiniyê” eşkere kir. Li gorî raporê; ji sala 2013’an heta niha herî kêm hezar û 803 karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 235 jê zarok, 254 jê penaber, hezar û 457 jê zilam û 346 jê jin in. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2013’an de 122, di 2014'an de 140, di 2015'an de 202, di 2016'an de 177, di 2017'an de 154, di 2018'an de 184, di 2019'an de 190, di 2020'an de 215, di 2021'ê de 149, di 2022'yan de 180 û di 8 mehên ewilî yên sala 2023’yan de jî 90 karkeran jiyana xwe ji dest dane.