ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî ENAG’ê; rêjeya enflasyonê ya di navbera mehên çile û îlona 2023’yan de ji sedî 95,33 ye. 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyonê yên mehha îlonê parve kir. Li gorî daneyan; di meha îlonê de Endeksa Bûhayê Mezexêr (E-TUFE) li gorî meha tebaxê ji sedî 6.24 zêde bû. Bi vê yekê re di meha îlonê ji sedî 130.13 bilind bû. Rêjeya enflasyonê ya mehên çile û îlona 2023’yan jî bû ji sedî 95,33.