Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin

img

WAN - Agir bi Kooperatîfa Êm û Kayê ya Gola Wanê ketibû û 20 milyon zirara esnafan çêbûbû. Esnafên ku alîkariya wan nehat kirin, ji wan hatiye xwestin ku dikanên xwe vala bikin. 

 
Di 6'ê tîrmehê de agir bi Kooperatîfa Êm û Kayê ya Gola Wanê ketibû û 7 dikan û qamyonetek şewitîbûn. Di şewatê de zêdetirî 20 milyon zirara esnafan çêbûbû. Di ser şewatê re 3 meh derbas bûne lê ne zirara esnafan hatiye çareserkirin ne jî ji bo wan cihekî nû hatiye avakirin. Esnafên ku zirar dîtin li bendê bûn ku zirara wan bê çareserkirin, lê ji wan hat xwestin ku dikanên xwe vala bikin. 
 
Esnafên ku ji ber bihabûnê nikarin êm û kayê bifiroşin, li benda çareyekê ne. 
 
‘ME TU RAYEDAR NEDÎTIN'
 
Serokê Kooperatîfa Êm û Kayê ya Gola Wanê  Mehmet Şîrîn Akan diyar kir ku di şewatê de bi ser 3 milyon lîreyî re zirara dikandaran bûye. Akan bertek nîşanî xemsariya rayedaran da û got: "Tenê roja şewatê hatin. Ji wê rojê ve ev 3 meh in me tu rayedaran nedîtine. Walî jî di nav de tu kes nehat li halê me nepirsî. Guh nadin tu dikandaran. 20 rojan kes nehat kavilê şewitî ranekir. Me li deriyê hemû şaredariyan da wisa hatin ew tiştên şewitî rakirin."
 
‘QET NEBE DIKARIN BACÊN ME TALOQ BIKIN'
 
Akan wiha domand: "Qaşo dê cih biidn me, lê em di vê mijarê d ene bawer in. Esnafên li vir hemû deyndar in. Em deyndarê bankeyan e. Qet nebe dikarin bacên me taloq bikin. Yanî zirara me di ser 20 milyon TL'yî re ye. Hevalên me yên esnaf i be rku rewşa wan a aborî nebaş e ji nava xurdeyan hn tişt standin û bi wan dikanên xwe çêdikin." 
 
Dervîş Çelîk jî anî ziman ku ji ber krîza aborî bi mehan e kar nekirine û got ku ji ber şewatê mexdûriyeta wan zêdetir bûye û niha jî ji wan tê xwestin ku ji dikanan derkevin. 
 
Çelîk bilêv kir ku ji ber ku ji dikanên xwe dernektine doz li wan hatiye vekirin û got: "Ger dewlet çareyekê nebîne dê ev kooperatîf belav bibe û bê girtin."