Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn

img
WAN - Li Wanê kirêya xanî û kargehan di salekê de 4 qatan biha bû. Esnafan diyar kir ku dahata wan di biniya mesrefên wan re ye û gotin ku hatine asta ku dikanên xwe bigirin. 
 
Fiyetê kirêyên xanî û kargehan her diçe biha tir dibe. Li Wanê di salekê de fiyetê kirêyan 4-5 qatan zêde bû. Kirêay kargehan ku par 5 hezar TL bû îsal bûye 20-25 TL. Kirêya xaniyan jî ku 3-4 hezar TL bû bûye 10 hezar TL. Hem esnaf hem jî welatî ji ber vê rewşê bi gilî û gazinc in. 
 
DÊ DIKANÊN XWE BIGIRIN
 
Faîk Bîlek anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetê kirêyan hatiye asta ku kargeha xwe bigire û got ku tenê ji bo kirê dixebitin. Bîlek da zanîn ku kirêya kargeha wî ji 6 hezaran bûye 25 hezar TL û got: "Ez heqê kirê bidim an debara malbata xwe bikim, an jî ji bo ceyran, gazê û avê bixebitim? Xwediyên dikanan dibêjin 'enflasyon zêde ye, her tişt biha bûye, ez jî mecbûr im kirê zêde bikim.' Em ê ji ber kirêya zêde dikanên xwe bigirin. Li kuçeya me kirê ji 6 hezaran bû 25 hezar TL. Her kes li gorî xwe zêde dike. Ma ka ez mehê 25 hezar TL'yan qezenc dikim? Ger ez ewqas heqê kirê bidim ez ê çawa debara malbata xwe bikim? Roj heye ez serfetihê jî nakim. Kar tune ye. Ger wiha bidome ez ê dikana xwe bigirim." 
 
Dikandar Hacî Cîvakli anî ziman ku kirêyên xanî û kargehan li gor par ji sedî 600 biha bûne û got: "Esnaf bi qezenca xwe encax dikare prîma BAG-KÛR'ê razîne û nikare pere bibe malê." Cîvakli destnîşan kir ku krîza aborî bandorê li hemû derdorên civakê kiriye û got: "Bi taybetî bandor li dikandarên navîn kiriye. Şert û mercên jiyanê yên mirovan zehmet bûne. Tu nikarî ji bo xwe demê etrxan bikî, bigerî û li cem zarokên xwe bimînî. Tu hîn bêtir dixebitî. Îro ro dikandar nikare tiştekî bibe mala xwe, nikare heqê kirêya xwe bide. Rewşa esnafan pir zehmet bûye. Her diçe esnaf bêhêz dibe. Ger wiha bidome em dikanên xwe bigirin. Par fiyetê xaniyekî biçûk hezar lîre bû. Lê îsal bûye 6-10 hezar lîre. Kirêya xaniyên mezintir ji 2 hezar lîreyan heya 15-17 hezar lîreyan çûye. Kirêya dikanan jî bi vî awayî ye. Kirêya dikanekê ji 2 hezar lîreyan heya 15-20 hezaran çûye." 
 
Dikandar Maşallah Koçak jî anî ziman ku pirsgirêk tenê ne kirê ne û got: "Em dest bavêjin kîjanê, di dest me de dimîne. Xwediyên dikanan kirê biha dikin, lê kes ranabe wan kontrol nake. Em nikarin ji bin barê kirêyan rabin. Ger wiha biçe dê 5 qatên din kes tevlî artêşa betalan bibin. Ev yek ne xema hin kesan e. Her roja me ji roja din xirabtir e. Hêvî tune ye. Em dibêjin 2ev rêveberî şaş e, şaş tê birêvebirin', lê civak ber bi şaşiyê ve diçe." 
 
‘HEM XWEDIYÊN DIKANAN HEM DIKANDAR MAFDAR IN'
 
Dikandar Azat Karakûş jî bilêv kir ku berê kirê li gor peymanan biha dibûn û got kê niha ne wiha ye. Karakûş diyar kir ku xwediyê dikanan li gor krîza aborî û zema berheman kirê zêde dikin û got: "Hem xwediyê dikanan hem jî kirêvan mafdar in. Gel nikare tiştekî bikire. Kirêya min niha 8 hezar e, lê 3 meh bi şûn de dê çi qas biha bibe nizanim. Fiyetê kirê li gor yê rûn, şekir û arvan diyar dibe. Ev çi qas biha bibin, ew jî biha dibe." 
 
Harûn Akin ê di kirê de xwest ku fiyetê kirêyan bila li gor betaliyê û meaşê kêm bê diyarkirin û wiha got: "Li Wanê mirov pir zehmetiyê dikişînin."