Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne

img

MÊRSÎN - Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû diyar kir ku desthilat û muxalefeta ku êrişên li ser kurdan pesend dikin, dibin sedema xizaniyê û got: "Şer, li Tirkiyeyê komeke zengîn afirand. Pereyê ku ji bo parastinê hatiye veqetandin, dê li zavayan bê payêkirin." 

Êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, siyaseta welêt û krîza aboriyê kûrtir dike. Paralelî kûrbûna krîza aborî, xercaneyên ji bo "parastinê" ku wekî çavkaniya sereke ya krîzê tên nîşandan, tên zêdekirin. 
 
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de, hevdîtinên ji bo budçeya sala bê dest pê kirin. Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, di budçeya 2024'an a de ji bo mesrefên şer trilyon û 133 milyar û nîv pere pêşniyazî komîsyonê kir. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER Û TECRÎD'
 
Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû, krîza aborî û siyasî ya li welêt û sedemên wan nirxandin. Mavîoglû destnîşan kir ku "polîtîkaya dagirkirin û qirkirinê" ya li Tirkiyeyê sedema herî sereke ya bêîstiqrariya aborî û siyasî ya li welêt e. Mavîoglû bilêv kir ku her cara ku starta êrişên li ser kurdan tê dayîn, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî tê kûrkirin û got: "Di heyamên wiha de bêîstiqrariya aborî û siyasî didin dû hev." 
 
'MUXALEFET LI CIHEKÎ DIN LI SEDEMÊ DIGERE'
 
Mavîoglû bilêv kir ku her sal bi milyonan dolar ji bo leşkeriyê tên veqetandin û got ku muxalefet jî di warê lêpirsînkirina sedema krîz tiştekî nake. Mavîoglû wiha domand: "Ev yek jî bi kêrî detshilatê tê. Li cihekî din li sedemên krîzên mezin ên ji ber polîtîkayên şer rû didin,tê gerîn. Lê tu carî nehatine dîtin. Sedema sereke ya krîza aboriyê, polîtîkayên şer e. Miqdara deynan ê divê di demeke nêz de bê dayîn, herî dawî 221 milyar dolar bû. Rezerva dolaran a Bankeya Navendî hê jî di bin sifirê de ye. Yanî heya polîtîkayên şer bidomin, heya xercaneyên ji bo polîtîkayên şe rû leşkeriyeyê bidomin, dê deynên derve jî bidomin." 
 
Mavîoglû bilêv kir ku barê krîza aborî jî bi bacan li ser milê karker û kedkaran hatiye barkirin. Mavîoglû destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de sermayedar kar li kara xwe zêde kirine û got: "Yanî yên barê giran ê tecrîdê hildigirin kedkar, xizan, jin û ciwan in. Heya li vî welatî şer hebe dê krîza aborî jî hebe. Ji bo rawestandina şer, divê girse li ser esasê ku rasterast zirar digihê wan li dijî şer rabin û aştiyê biparêzin." 
 
ÊN DIBÊJIN 'ERÊ' SEBEBA XIZANIYÊ NE
 
Mavioglû tezkereya di Meclisê re derbas bû bibîr xist û got: "Di warê dijminatiya li hemberî kurdan de hevkariyek heye. Muxalefeta welêt jî gava mesele dibe dijminatiya li hemberî kurdan, helwesta wê nêzî ya desthilatê ye. Îtirazaeke CHP'ê ya ji bo operasyonên li dijî kurdan tune ye. Zêdebûna êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê tê wateya mesrefekî zêdetir ê leşkerî. Îro ro tiliya partiyên rastgir jî di vê de heye û ew jî şirîkê vî sûcî ne. Kî jibo tezkereyê gotibe 'erê', kî ji bo oerasyonên li dijî kurdan, polîtîkayên êrişk û qirkirinê re gotibe 'erê' ew sedema vê xizaniyê ne."
 
'ŞER BI TECRÎDÊ DIDOMÎNIN'
 
Mavîoglû destnîşan kir ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û got: "Desthilat dixwaze bi saya şer ji xwe re baxçeyekî bêdirî biafirîne. Qesr dizane berdewama desthilata wê şer." Mavîoglû bilêv kir ku bi saya şer li Tirkiyeyê komeke zengînan hatiye afirandin û got: "ÎHA, SÎHA li meydanê peyasê dikin. DI budçeya 2024'an de ji bo pîşesaziya parastinê trilyonenk pere hatiye veqetandin. Ev pere, dê li zavayan bê belavkirin. Tirkiye piştî demekê hat asta ku çekan îxrac bike. Promosyonên firtoinê jî bi awayekî zindî di ser komkujiyên li hemberî kurdan re tên pêkanîn. Bi saya şer diziya xwe, nelirêtiya xwe bêsînor dikin. Ji lew re berdewamiya şer hemû mekanîzmaya di nava dewletê de betal kir. Qanûnçêkerî, birêvebirin û daraz bi desthilatê ve hat girêdan. Kî îtiraz kir ew girtin. Ev tenê bi polîtîkaya şer û tecrîdê pêkan e. Tekane garantiya ranta bi şer bi dets dikeve, domadina tecrîdê û şer e." 
 
MA / Yusra Batihan