ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin

img
STENBOL - Li gorî rapora meha cotmehê ya ÎSÎG’ê 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a Cotmeha 2024’an” eşkere kir. Li gorî raporê di meha cotmehê de 11 jê jin, 4 j3e zarok, 18 jê penaber û bi giştî 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî raporê hat gotin ku 49 karkeran di karên înşaet û çêkirina rêyan de mirin e, 30 karker jî di qada çandinî û daristanê mirin e, 18 karker di karê neqliyeyê de, 8 karker jî di karên bazirganî û mêvanxaneyan de mirin e.