Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin

  • rojane
  • 16:49 21 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - DFG û MKG ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan ên li Rojava hatin qetilkirin li ser sînorê Qamişlo daxuyanî dan û gotin: "Ji bo em xwedî li têkoşîna Rojava derkevin em li vir in. Em wekî çapemeniya azad dest ji pênûsê û heqîqetê bernadin."

 
Çalakiya nobeta sînorê Nisêbîn Qamişloyê ku di 13'yê Kanûnê de di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de dest pê kir, di roja 9'an de li ser sînor didome. Her rojê sazî û rêxistinek ji bajarên derdorê tên û li ser sînor daxuyaniyê didin çapemeniye. Girseya ku serê sibê li ser sînor kom bûn dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Rojava rumetê me ye”, “Rojava dile me, berxwedan karê me” berz kirin. Çalakgeran berdilkên ku li ser “Ji şer re na” û “Bijî berxwedana Rojava” hatiye nivîsandin li xwe kirin. Girseyê li ser sînor wekî her roj stran gotin û govend gerandin.
 
Nûner û rêveberên Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) îro jî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha  nûnerên TJA û DBPê yên Şirnex û Bêdlisê îro tevli daxuyaniye bûn û qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin.
 
Ewil Seroka MKG'ê Roza Metîna li ser sînor axivî û wiha got: “Ji bo em bibin denge Gulistan Tara, Nagîhan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin em li vir in. Ji bo em bibin dengê kedkarên çapemeniya aza dli vir in. Ji bo em bibin dengê hemû kedkarên çapemeniya azad ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane li vir in. Çapemeniya azad, di ronîkirina heqîqet û rastiyan de xwedî rolek gelek girîng e. Bi taybet rol û rista rojnamegerên jin dikin. Ji ber rola çapemeniyê di pêşengiya civakê de girîng e, êrîşî çapemeniya azad dikin. Li Rojava jî ji ber ku çapemeniya azad xwedî rolek girîng e û rastiya wir tîne ziman bûn hedef. Niha li dijî destkeftiyên gelê Kurd û gelên din êrîşên tund hene. Ji bo van destkeftiyên gelê Kurd ji destê wan derxin êrîşî çapemeniya azad û êrîşî gelê Kurd dikin. Ji bo rastiya van êrîşan dernekeve holê kedkarên çapemeniya azad kirin hedef. Li dijî van êrîşan berxwedanek mezin heye. Ji bo ev berxwedan neyê dîtin êrîşî çapemeniyê kirin. Ji bo em bibêjin hûn nikarin êrîş bikin, hûn nikarin dengê çapemeniya azd qut bikin em li vir in. Ji bo em bibêjin bêdeng name û dê tu carî dest ji mîrateya kedkarên çapemeniyê bernade, em li vir in. Nagîhan Akarsel, Cîhan Gulistan Tara, Hêro û Nazim li dû xwe mîrateyek mezin hiştin. Em wekî çapemeniya azad tu carî dest ji mîrateya wan bernadin. Ji bo em xwedî li têkoşîna Rojava derkevin em li vir in. Em wekî çapemeniya azad dest ji pênûsê û heqîqetê bernadin. Em ê tu carî dest ji kamerayan bernedin. Em li Amed, Wan û Stenbolê li dijî qetilkirina çapemeniya azad dengê xwe bilind dikin. Em dîsa li vir in. Em ji zext û zordariyê we natirsin. Em tu carî dest ji pênûs, heqîqet û qadan bernedan. Em dibêjin bijî Şoreşa Rojava Rojava. Bijî çapemeniya azad.”
 
Piştre aktîvîsta TJA'yê ya Şirnexê Çîmen Fidan jî li vir axivî û wiha got: “Em duh dîsa bi xemgîniyek mezin hişyar bûn. Em bi şehadeta du hevalên çapemeniya azad hişyar bûn. Em wan bibîr tînin. Em êrişa li ser wan şermezar dikin. Îro dîsa çalakiya me li ser sînor didome. Ev ji bo me nesînor e. 100 sal berê neyarên Kurdan Kurdistan kirin çar parçe. Li gorî xwe sînor danîn. Lê gelê Kurd û jinên Kurt tu carî ev sinor nas nekirin. Em vî sînorî tu carî qebûl nakin. Destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê her tim di bin êrişan dene. Ji bo dijmin Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr ferq nake û êrîş dikin. Ji bo têkoşîna me jî li çar parçeyan ferk nake. Em li her derê destkeftiyên xwe diparêzin. Ev şerê ku didomin ji şerê taybet ne cuda ye. Şerê taybet û şerê li dijî çar parçeyên Kurdistanê encama xwedî heman hişmendî ye. Ev hişmendî girêdayî tecrîdê ye. Jinên ku li dîasporayê tên kuştin bi heman hişmendiyê ye. Sedema ve yekê tecrîd e. Tecrîd çiqas kûr dibe şer ji ew qas mezin dibe. tecrîd çiqas qûr dibe, tecrîda jinan jî ew qas dikeve xeterê. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîd bê şikandin û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û destkeftiyên Kurdistanê bên parastin. Em wekî jin çawa duh me ji bo destkeftiyên jinan û Kurdan me xebat û têkoşîna xwe mezin kiriye, em îro jî bi heman hişmendiyê li qadan, li sînoran û li ber xwe didin. Em dizanin ku serkeftin ya jinên berxwedêr û gelê berxwedêr e. Ya serkeftin ya serkeftin.”
 

Sernavên din

21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN