Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz rabû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piyaseyê bertekek hişk nîşanî tercîha Erdogan a rêveberiya aboriyê da. Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz ji nişka ve rabû. 
 
Piştî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, kabîneya nû ragihand, ji nişkave dolar ji sedî 2.40 zêde bû û derket 4,68 TL’an. Piştî bi deqeyan çardin dolar rabû û bû 4.75 TL. Euro jî heya 5,55 TL rabû.  Berî ragihandina kabînê dolar 4,58 TL bû. 
 
Di rêveberiya aborî ya kabîneya nû de Mehmet Şîmşek, Nacî Agbal, Nîhat Zeybekcî û Lutfî Elvan cih digirin. Piyaseyê bertekek hişk nîşanî tercîha Erdogan a rêveberiya aboriyê da. Piştî kabîne hat ragihandin, dovîz ji nişkan de rabû.