STENBOL – Ji karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê yên ji bo şertên karê wan bê başkirin çalakî pêk anîbûn 6 karker piştî lêkolîna girtinê hatin berdan. 
	Karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê di meha îlonê de ji bo şert û mercên wan bên başkirin çalakî li dar xistin. Ji karkerên di 18’ê îlonê de hatin girtin 3 karker duh hatin berdan û îro jî 3 karker hatin berdan. Piştî lêkolîna girtinê ya Dadgeha Gazîosmanpaşayê karkerên bi navê Hasan Çetîn, Mehmet Celal Demîr  Musa Karakuş îro hatin berdan. 
	Karkerên bi navê Selamî Sariboga, Bîrkan û Bîlal Topçu jî piştî lêkolîna girtinê duh hatibûn berdan. 
	Biryara dewama girtina Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabulut jî di nav de ya 29 karkeran hat dayîn. 




