ENQERE - Hevdîtinên komîsyonê yên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an dest pê kirin.
Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an ku nêzî 19 trîlyon lîre ne, dest pê kirin. Di hevdîtina îro de dê budçe bi giştî were nîqaşkirin. Komîsyon, dê bi hedvîtinên budçeyên Saziya Venêrîna Cemaweriyê, Dîwana Çavdêriya Darayî û Meclisê bidome.
Hevdîtinên budçeyê dê nêzî mehekê bidomin.
Piştî temambûna hevdîtinên li Komîsyona Plan û Budçeyê, dê di meha Kanûnê de jî dê pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê were kirin.
