• img

    Rêwîtiya ji bo rêvasan

    Li Pasûrê her sal welatî ji bo rêvasan berhev bikin 30 kîlometre rê dimeşin.

  • img

    Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!

    Li Pasûrê ku yek ji deverên sereke yê kurmên hevrîşîmê ye, îsal 300 kesên din jî dest bi xweyîkirina kurman kirin. Welatiyên ku vî karî dikin xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve.

  • img

    Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon

    Li gundê Xelîla yê Kerboranê, ji ber ava lexemê cotkar nikarin erdên xwe bajon. Cotkaran anî ziman ku berazên li qeraxa ava lexemê kom dibin jî zirarê didin erdê wan.

  • img

    Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir

    Li Hewengê ji ber terezê hem darên fisteqan derb xwarine hem jî randimana fisteqan kêm bûye. Serokê Odeya Çandiniyê a Navçeyê Fûat Almas, xwest piştgiriya cotkaran bê kirin û herêm wekî "herêma afetê" bê îlankirin.

  • img

    BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da

    Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş, bertek nîşanî sirgûnkirina endamên xwe da û got: “Em mirovan vediguhezin. Dibe ku her kêlî qeza rû bide. Ger qezayek rû bide berpirsiyar, Miduriyeta Rêyênhêzên a Dewletê ye.”

  • img

    ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’

    Endamên Platforma Tenduristiya ji bo Hemû Karkeran û hevalên Huseyîn Yurtsever hatin ber şantiya ku şewat lê derketibû û Yurtever jiyana xwe ji dest dabû û gotin ku heke patronan bergiriyên pêwîst bigirta wê Huseyîn bijiya.

  • img

    Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin

    Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran a Stenbolê, li dijî projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê ku bi hinceta vîrûsa koronayê pêşniyar kiribû, derket. Platforme, diyar kir ku sermaye hewl dide bi projeyên bi vî rengî tundiya xwe ya li ser karkeran zêde bike.

  • img

    ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’

    Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê ya Amedê Nasir Demîrkiran diyar kir ku di pêvajoya şewbê de piştevanî ji bo sektorên din hatiye dayîn lê ji bo cotkaran piştevanî nehatiye kirin û ji ber polîtîkayên şaş her sala ku diçe çandinî li paş dikeve.

  • img

    Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye

    Kesên heywanan difiroşin ên hatin Bazara Heywanan a Patnosê ku ji 14’ê Adarê ve ji ber şewba vîrûsa koronayê girtiye, diyar kirin ku ew bûne qûrbana polîtîkayên şaş ên sewalkariyê yên desthilatdariyê.

  • img

    Çotkar deyn dike û diçîne

    Çotkar û rençberên herêma Edeneyê bertek nîşanî polîtikayên îqtîdara AKP'ê û Wezareta Çandiniyê ya çandiniyê dan û diyar kirin ku çotkar êdî di bin deynan de mane. Çotkaran destnîşan kirin ku deyn dikin bi deynan çandiniyê dikin.

  • img

    Hilberînerên çayê bi derdin

    Hilberînerên çayê ji ber hêjmara karkeran kêm bûne û ÇAYKUR'ê bihayê herî kêm aşkere kir bi fikarin. Hilberînerên çayê diyar kirin ku, desthilatdarî li şûna ku pirsgirkên wan çareser bike, li duv hesabên xwe yên siyasîne û xwestin pirsgirêkên dijîn bên çareserkirin.

  • img

    Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye

    Li Edeneyê ji ber germa zêde û bayê kur randimana genim kêm bûye. Cotkaran jî ji ber bihabûna gubre, tov û dermanan xwest fiyetê genim bê bihakirin.

  • img

    Korona û krîza aboriyê li esnafan da

    Li Amedê li gorî salên bihûrî ji ber şewba koronayê li dikan û sûkan bêdengî heye û esnafên ku nikarin kar bikin jî polîtÎkaya hikumetê ya pêvajoya şewbê rexne dikin.

  • img

    Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye

    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê Erdogan Dermîr, anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê giştînameyek parve kiribû û têde gotibû wê kes ji kar neyê derxistin lê belê bi sedan xebatkarên tenduristiyê şandine destûra bêheq û got, giştîname tenê li ser kaxezê heye.

  • img

    Wê firotina neguhêzbarên şaredariyê veguhezînin darazê

    Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê ya girêdayî TMMOB’ê diyar kir ku derxistina ber firotinê ya neguhêzbarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm birêve dibe “bêhiqûqî” ye û ew ê mijarê veguhêzînin darazê.

LÊGERÎN