Li gel rîska şewba vîrûsa corona bi sedan karker bi hevre kar dikin
- aborî-ked
- 13:54 29/3/2020
Di şantiyeya Rêya Marmara Bakur de li gel rîska vîrusa corona bi sedan karker bi hevre û di nava hevde kar dikin.
Di şantiyeya Rêya Marmara Bakur de li gel rîska vîrusa corona bi sedan karker bi hevre û di nava hevde kar dikin.
Esnafên Mêrsînê, ji bo pakêta "Mertala Îstikarê ya Aborî" ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan aşkere kiribû diyar kirin ku pakêt ji bi şîrketên mezin e û gotin: "Dibêjin di mal de bimînin, lê hikûmet ji bo me tiştekî nake."
DEDAŞ'ê bi hinceta "deyn" dest danî ser desteka cotkaran a ji bo mazot, gubre û tovan. Cotkar Mazlûm Esen, derpêş kir ku DEDAŞ'ê dest daniye ser destekin cotkarên deyndar û nedeyndar tev de.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Wanê hatiye kirin, ji bo 217 karkerên ku ji statûya taşeron derbasî kadroyê bibin bi biryara dadgehê sê caran ketin mulaqatê û bi hênceta “serneketine” hilnedan kar. Di mulaqatê de têkildarî eskerên li Efrînê hatine kuştin û nimêjê pirs ji karkeran kirin.
Aborînas û nivîskarê xwebûnê Ramazan Tunç, têkildarî bandora vîrûsê ya li ser aboriya Tirkiye û cîhanê nirxan û got: "A niha jî qeyrana Koronayê ya ku ji Wuhanê dest pê kir wek tesîra baskên pirpirokê ye. Li Wuhanê pirporekekê baskên xwe tevda û li tevahiya cîhanê bahozeke fînansî, aborî, civakî, rêveberî û pergalî pêk anî."
KESK’ê bal kişand ser cudakariya di pêşnûmeya înfazê de û xwest ev pêşnûme ji bo girtiyên siyasî, bê berfireh kirin. KESK’ê da zanîn ku divê rojnameger, extiyar, girtiyên nexweş, zarok û jin bên berdan.
Endamê SES’ê yên hatin îxrackirin dixwazin bêyî vîrûsa koroanyê jiyana gel bixe bin talûkeyê vegerin karê xwe û gotin: “Em dixwazin di pêvajoyek wiha zor de cih bigirin û ji xelkê re bibin alîkar.”
Bi hatina biharê re, li Şirnexê welatî dest bi berhevkirina giyayan kirin û ji niha ve amadekariyên zivistanê dikin.
Komîsyona Çandiniyê ya HDP’ê bal kişand ser bergiriyên ji bo sektora çandiniyê yên di pêvajoya vîrûsa korona de nehatin girtin û got: “Ev rewş wê pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.”
Di pakêta tedbîrên aborî ya li dijî vîrûsa corona de kanên madenê xistin nava pakêta teşwîkê, lê karkerên madenê nexistin nava pakêta teşwîkê. Li aliyê din jî li kanên ku navber dan kar de zorê li karkeran dikin ku karker derkevin destûra bê heq.
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Îzmirê Nûrsel Yucesoy, diyar kir ku her diçe hêjmara nexweşe şewba vîrûsa corona belav dibe û xizmetkarên tenduristiyê jî bi vê şewbê ketine. Yucesoy, xwest hikûmet tedbiran bigirin.
Serokê Giştî yê DGN-SEN'ê Mûrat Bostanci, diyar kir ku li depoyên mexazeyên ji ber vîrusa coronayê hatine girtin mesaiya karkeran hatiye zêdekirin û got, rojek berî rojekê divê bi awayekî biheq destûra karkeran bê dayîn.
Karkerên ku bi axwaza vegerên karê xwe 168 roj in li ber Şaredariya Ataşehîrê çalakiya rûniştinê li dar dixin, li gel vîrusa koronayê jî çalakiya xwe didomînin. Karkeran got ku birçîbûn ji vîrusê talûketir e.
KESK, DÎSK, TTB Û TMMOB’ê, di çaroveya vîrûsa korona de daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin: “Rewşa heyî encama feraseta neo-lîberalizmê ye. Ji bo ku ji vê krîzê bê derketin, pêwîstî bi piştevahiya civakî heye. Encex bi vê em karibin ji vê rewşê derkevin.”
Aborînas Ozgur Muftugolû diyar kir ku vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê krîza aborî kûrtir kiriye û li Tirkiyê jî hikumetê li şûna berjwendiyên civakî lê têkildarî berjwendiya sermayê tevdîran girtiye.