KESK: Heta kedkar vegerin karê xwe dê têkoşîna me dewam bike
- aborî-ked
- 14:37 29/10/2019
Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê di minasebeta salvegera bi sedan endamên wan hatin îxrackirin ragihandin heta endamên wan vegerin karê xwe dê têbikoşin.
Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê di minasebeta salvegera bi sedan endamên wan hatin îxrackirin ragihandin heta endamên wan vegerin karê xwe dê têbikoşin.
Li Tirkiyê her tişt biha û krîza aborî dewam dike. Welatî diyar dikin ku krîza aborî bandorek neyînî li ser wan dike û ji ber rewşa krîza aborî tengasiya debarê dijîn.
10 karkerên li Herêma Pîşesaziyê ya Serbest a Tûzlayê dixebitîn û ji kar hatin derxistin, ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê û doza karê xwe dikin.
Li Erziromê, sobevanan bilêv kirin ku ji ber li bajêr gaza xwezayî û amûrên germkirinê yên bi ceryanê dixebitin berbelav bûne, sobeyên ku çê dikin nikarin bifiroşin.
Aborîst Bahadir Ozgur, diyar kir ku hedefa mezinbûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya ji sedî 5’an û zedebûna îstîhdama 1,5 milyonî ne li gorî rastiya welêt e û wiha got: "Bendewariya bi hatina ji OTV’ê ya ji sedî 20 an, nîşan dide ku 'Barana Zemê' li pêş me ye. Ji xwe Tirkiye ji ber deynan pirsgirêkên pir mezin dijî. Pirsgirêkên aboriya Tirkiye dê sala li pêş me du qat mezintir bibin."
Li Somayê, mîdîbuseke ku serwîsa madenvanan dikir û qamyonek li hev qelibîn û 26 kes birîndar bûn.
Cotkarên Qoserê, diyar kirin ku desteke ji bo çandiniyê kêm e û gotin: "Heger wisa dewam bike, wê sala bê cotkar dev ji pembo berdin. Em ê bîrên xwe bigirin, traktorên xwe bifiroşin û karine din bikin."
Endamê Desteya Rêvebir a TOMÎS'ê Dilbirîn Acar, hevdîtinên TÎS'ê yên ji bo pîşesaziya metalê didomin û helwesta sendîkayên erkdar nirxand û got: "Li ser maseya peymanê nan û rûmeta 130 hezar karkerên metalê heye. Li karkerên metalê ferzkirina şertên koletiyê, îxaneta herî mezin e."
Li Mûşê ku di warê çandinî û sewalvaniyê de di nav 10 bajarên di rêza ewil de ne cih digire, ji ber polîtîkayên hikûmetê sewalvanî û çandinî di xeterek mezin de ye. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen'ê Fatîh Sondûk, got: "Êdî mirov naxwazin çandinî û sewalvaniyê bikin."
Serokê Giştî yê HABER-SEN'ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê aborî û demokrasiyê ye û rexne li operasyonên leşkerî kir.
Ebrû Ozel ku şert û mercên karkerên demsalî yên jin nirxandin, diyar kir ku karkeriya derveyî tomarkirinê û demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev û bal kişand ser têkoşîneke hevpar.
Esnafên Bazara Semtê ya 2'yê Nîsanê ya navçeya Rêya Armûşê anîn ziman ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bûye.
Lîjneya Polîtîkayên Dirav a Banqeya Navendî, faîza repoyê ya hefteyekê ji sedî 16,5'an daxist ji sedî 14'an.
Cotkarên silqok û kartolan diçînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, mazot û ceryanê xisirîne û gotin: "Em zehmetê dikişînin, lê tiştekî qezenc nakin."
Pisporê DÎSK-AR'ê Denîz Beyazbûlût, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên betal her diçe zêdetir dibe û got, nexasim jî hejmara jinên ciwan ên betal ji Tîrmeha 2005'an ve bûye 41.2.