Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
- aborî-ked
- 11:48 25/10/2023
Konseya Çandiniyê ya Amedê bi beşdarbûyîna gelek saziyan li Amedê hat damezrandin.
Konseya Çandiniyê ya Amedê bi beşdarbûyîna gelek saziyan li Amedê hat damezrandin.
Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû diyar kir ku desthilat û muxalefeta ku êrişên li ser kurdan pesend dikin, dibin sedema xizaniyê û got: "Şer, li Tirkiyeyê komeke zengîn afirand. Pereyê ku ji bo parastinê hatiye veqetandin, dê li zavayan bê payêkirin."
Li gundê Rihaniyê yê li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir û ew ji nezêdekirina bihayê fistiqan bi gilî û gazin in û dixwazin ku ew heqê keda xwe bistînin.
Budçeya sala 2024’an ku tê texmînkirin bi giştî 11 trilyon û 89 milyar be îro pêşkêşî Komîsyona Plan û Budçeyê hat kirin. Di budçeyê de tê texmînkirin ku trîlyonek û 133 milyar û 500 milyon lîre ji bo “parastin û ewlehiyê” bê veqetandin.
Li Wanê kirêya xanî û kargehan di salekê de 4 qatan biha bû. Esnafan diyar kir ku dahata wan di biniya mesrefên wan re ye û gotin ku hatine asta ku dikanên xwe bigirin.
- Bi zema nû ya li motorînê hatiye kirin re bihayê lîtreyê 40 TL derbas kir.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê li dijî bêedaletiya di bacê de daxwazan eşkere kir û hemû aliyên daxwaza “edaleta bacê” dikin vexwend mitînga dê li Qada Kartalê li dar bixin.
Agir bi Kooperatîfa Êm û Kayê ya Gola Wanê ketibû û 20 milyon zirara esnafan çêbûbû. Esnafên ku alîkariya wan nehat kirin, ji wan hatiye xwestin ku dikanên xwe vala bikin.
Sewalvanan diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê dixisirin û sewalvanî hatiye asta qedandinê.
ÎSÎG’ê ragihand ku di 9 mehên ewil ên sala 2023’yan de hezar û 409 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û ji van karkeran 44 jê zarok in.
Gelê Colemêrgê diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurd krîza aborî ya li welat kûr bûye û wiha got: “Hemû dahat ji şer re tê xerckirin. Çareserî bidawîbûna şer e.”
Li Enqereyê di madeneke komirê de hezaz çêbû û 15 karker birîndar bûn.
Tiriyê ku îsal li rezên gundê Eskar a Pasûrê hatin komkirin gelek berhemdar nebûn. Ji tiriyê van rezan şire, bastêq û benî tê çêkirin.
Li gorî ENAG’ê; rêjeya enflasyonê ya di navbera mehên çile û îlona 2023’yan de ji sedî 95,33 ye.
Kedkarên tenduristiyê xwemalîkirina xwaringehên li nexweşxaneyan protesto kirin û gotin: “Bila li nexweşxaneyan xwarin ne bi destên şirketan bila bi destê cemaweriyê bi awayek tenduristî, qalîte û ku mirovan têr bike bê çêkirin.”