BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
- aborî-ked
- 11:19 16/9
Li gorî daneyên BES-AR’ê yên meha îlonê, sînorê birçîbûnê bû 27 hezar û 270 lîre, sînorê xizaniyê jî bû 73 hezar û 651 lîre.
Li gorî daneyên BES-AR’ê yên meha îlonê, sînorê birçîbûnê bû 27 hezar û 270 lîre, sînorê xizaniyê jî bû 73 hezar û 651 lîre.
Welatiyên Wanê diyar kirin ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer in û wiha gotin: “Tevahiya çavkaniyên welêt ji bo tank û tifingan diçin.”
Komîsyona Karkerên Firinan a Amedê xwest saetên xebatên bên kêmkirin, prîmên sîgortayê bên zedekirin, destûr û heqdestê wan bên zêdekirin.
Welatiyên Agiriyê diyar kirin ku ew ji ber krîza aboriyê nikarin debara xwe bikin û anîn ziman ku sedema vê polîtîkaya îktîdara AKP-MHP’ê ye.
Li Şirnexê maliyetên ku ji ber qedexekirina zozanan û krîzê zêde bûne, hema bêje sewalvaniyê qedandiye. Li Nêrwana 200 mal lê hene, niha tenê kesek sewalvaniyê dike.
Aborînas Ozgur Mûftûoglû diyar kir ku krîza aborî ku hikûmet bûye sedema wê, tê xwestin bi bacên nû bê çareserkirin û ji bo şîrketên mezin tu rêgezên nû yên bacê nehatine çêkirin û wiha got: "Heke sendîka û rêxistinên pîşeyî wê rawestana li ser xwe navêjin, dibe ku pêvajoya bê pir xerabtir bibe."
Bi hatina demsala payîzê re li Herêma Botanê berhevkirina çilo jî dest pê kir. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber birîna daran a li herêmê dara çilo (beruyê) jî tune dibe û bi vê yekê re çavkaniya debarê jî xelas dibe.
TUÎK’ê daneyên xwe yên bêkariyê yên meha tîrmehê parve kir. Li gorî TUÎK’ê bêkarî daket ji sedî 26,5’ê.
Berpirsê Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar ê DÎSK'ê Tevfîk Guneş diyar kir ku di dema AKP'ê de nêzî 34 hezar karker jiyana xwe ji dest dane û got: "Çîna karkeran ji bo mafên xwe biparêze divê xwe birêxistin bike."
Li gorî daneyên Ajansa Plankirinê ya Stenbolê, ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê.
Polîsî gefa “Heke ez we binçav bikim, zarokên we jêhatî jî bin nikarin karekî peyda bikin” li karkerên ku ji bo sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin û dixwazin bi paş ve li kar bên zivirdandin xwar.
Li Hewagê bi payîzê re wextê ser mehseran dest pê kir. Sîtilên ku berê li nava gund dihatin danîn, niha ji ber krîzê û kêbûna tirî li hewşên malan tên danîn.
Abdulrahman Cemşî yê ermen ku 60 sal in li Pasûr a Amedê hesinkariyê dike, bibiryar e ku bi rêya zarokên xwe pîşeya xwe bide jiyandin.
Di "Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" de hat destnîşankirin aborî û çandiniya komunal a li Rojavayê ku îlham ji felsefeya Abdullah Ocalan girtiye cihê hêvî û modela herî xurt e.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ê di sempozyuma çandiniyê de axivî, wiha got: “Kurdistan bêstatu ye û destpêka hemû pirsgirêkan jî ev e”. Endezyarê Xurekê Ramazan Polat jî wiha got: “Şerê li Kurdistanê vê krîzê kûrtir dike.”