‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
- aborî-ked
- 09:03 18/8/2022
Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên li dijî kurdan e û gotin çareserî çûna AKP'ê û Erdogan e.
Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên li dijî kurdan e û gotin çareserî çûna AKP'ê û Erdogan e.
Hilberînerê bacanan Abdûlkadîr Mûrk bi lêv kir ku li dijî lêçûnên zêde dibin, her ku diçe ji hilberînê qut dibe û wiha got: “Her ku diçe em feqîr dibin û êdî em nikarin bêhnê bistînin.”
Genel Îş a Şaxa Amedê ya Jimara 2'yemîn li pêşiya Şaredariya Amedê ku bi destê qeyûm tê birêvebirin, daxuyanî da û destnîşankir ku karkerên bi heqdestê kêmtirîn dixebitin hene û daxwaz kir ku heqdestê wan bê zêdekirin.
Yuksel Bozkûrt li gel ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye jî her sibeh ewilî radibe kakilên guzan bi ben ve dike û êvaran jî kolan kolan digere û bi komkirina plastîkan debara xwe dike. Bozkûrt neçar dimîne ku ji bo dikaribe dermanê xwe bikire û zarokên xwe têr bike, ji serê sibehê heta êvarê bixebite.
Deh karkerên ku ji bo wergirtina mafên xwe li Şantiyeya Navenda Fînansê ya girêdayî YDA Group’ê ya li navçeya Ataşehîrê li ber xwe didan, hatin binçavkirin. Her wiha rojnameger Zeynep Kuray dema çalakî dişopand hate binçavkirin.
Welatiyên ku bertek nîşanî zema ji Nanê Gel ê Enqereyê re hate kirin dan, wiha gotin: “Hêza me têra nake ku em nan jî bikirin."
ÎSÎG’ê daxuyand ku di meha tîrmehê de 15 jê zarok herî kêm 169 karkeran jiyana xwe ji dest daye.
Garisê li gundên Sêwregê hatiye çandin ji ber ku DEDAŞ'ê ceyran qut kiriye, zeviyên xelkê bi ziwabûnê re rûbirû mane. Cotkarên ku nikarin avdanê bikin, diyar kirin ku dema bergirtinê ceyran bizanebûn tê birîn û cotkar zirarê dibînin.
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê tekildarî peymana promosyonê daxuyanî da û xwest ku peymana promosyonê bê nûkirin.
Karkerên li pêşiya Şaredariya Îzmîrê bi daxwaza vegerin ser karên xwe careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Karkeran anî ziman ku soza vegerîna kar dane wan lê nehatiye bicih.
Di navbera rêjeya enflasyonê ya TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene. ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha tîrmehê weke 176,04 û TUÎK’ê jî weke 79,60 destnîşan kir.
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, lîreyek û nîv zem li heqê otobûsên nava bajêr kir.
Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên dewletê ye û gotin: “Mirov nikare bêhnê bistîne. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin. Sedema vê dewlet e. Pêdiviya me bi rêya sêyem heye."
Serokê Komeleya Cotkeran Mîkaîl Erbeyî bertek nîşan da ku wezaret di bin navê “teserûfê” de ji şîrketên ceyranê dixwaze ku ceyranan bibire û wiha got: “Ev tê wateya hişkbûna berhemên cotkaran.”
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû tev li çalakiya rûniştinê ya karkerên ku ÎZBB'ê ji kar avêtine bû û anî ziman ku ji holê rakirina ewlehiya kar dema ji aliyê şaredariyên ji xwe re dibêjin rexnegir tê kirin, gelek nexweş û tirsnak dibe.