Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
- aborî-ked
- 13:18 13/4/2021
Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê, diyar kirin ku ji bo di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de daxwazên xwe berz bikin wê li qadan bin.
Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê, diyar kirin ku ji bo di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de daxwazên xwe berz bikin wê li qadan bin.
Darizandina Komkujiya Somayê dîsa ji nû ve dest pê kir. Malbatan daxwaza edaletê dubare kir û ew pehîna li wan ketiye her roj xwe bi bêhiqûqek din re dubare dike.
Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî derbarê Kod-29'ê de tiştekî nû parve kir. Parêzer Mûrat Ozverî, diyar kir ku a hatiye kirin jî ne çare ye û ji bo çareseriyê "destûr û temînat"ê pêşniyar kir. Serokê DGD-SEN'ê Mûrat Bostanci jî destnîşan kir ku dê li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin.
Karkerên ku li Dîlokê ji Fabrîkeya Yasîn Kaplan bi hinceta Kod-29'ê ji kar hatin derxistin, 59 roj in li ber xwe didin.
Li navçeya Erdîşê, li Navenda Ragihandinê ya girêdayî Wezareta Perwerdê ya Milî ji 12 karkerên derxistin destûra bêmûçeyê, yek jê xwîn werivî mejiyê wê.
Li navçeya Rêya Armûşê, bazirganên ku li bazarê dezgehên xwe vedikin û welatiyên ku li ser wan dan û standinê dikin jî ji ber qrîza aborî ji bihabûnê bi gazin cin.
Li Îzmîrê, bavê 3 zarokan Basrî Yildirim (46) ê karê cotkariyê dikir, ji ber pirsgirêkên aboriyê, dawî li jiyana xwe anî.
Li Wanê ji ber krîza aborî hema bibêje tu amadekarî û kelecanek ji bo meha Remezanê tune ye. Welatî ne dikarin ji bo sihora ne jî ji bo fitariyê danîstendinê bikin. Welatiyan got: "Ne mehek, em 12 mehan bi rojî ne."
Dîmenên jineke ku li Taxa Ûydûkent a navenda bajêr a ku ji çopî xwarin kom dike, rewşa aboriyê ya gel radixe ber çavan.
Kesên teqawidbûyî ku ji ber krîza aborî ji bêgavî di hin karên din de dixebitin, destnîşan kirin ku çareserkirina pirsgirêkan bi guherandina pergalê û rêxistinbûyînê pêkan e.
Karker Îzettîn Akin ku rêvebiriya AKP'î ya Şaredariya Bayrampaşayê bi hinceta "Kod-29"ê ew ji kar derxistiye, destnîşan kir ku bi vî awayî tenê ne karker malbatên wan jî tên cezakirin.
Li Îdirê bi hatina biharê re darên mişmişan kulîlkên xwe vekirin. Lê belê cotkar ditirsin qeşa li darên mişmişên wan bixe.
Esnafên Dersimê gotin: "Kesên didizin û diçirpînin, kesên bêrîkên xwe tije dikin, ma dizanin rewşa aboriyê çi rewş e?"
Li gorî daneyên SGK’ê yên di sala 2020’an de 176 hezar û 662 karker ji ber “Kod-29’ê” ji kar hatin avêtin. Karkerên ku bi Kod-29’ê ji kar tên avêtin nikarin tazminata qidem û îxbarê bigirin û ji diravdayînê jî nikarin sûdê bigirin.
Şaxa TUMBEL-SEN’ê ya Amedê, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, zextê li xebatkarên sendîkayî dike ku sendîkayên xwe biguherînin û ji ber vê pêkanîna mobîng rêveberiya şaredariyê hişyar kir.