Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?

img
RIHA - Mehmet Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî birayê wî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tecrîda giran a li Girava Îmraliyê didome û got: "Divê li dijî komplo û tecrîdê gelê me û yên ji xwe re dibêjin 'em demokrat in û mirov in' li qadan li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de di encama komploya hêzên serdest ên navneteweyî de ji Sûriyeyê hat derxistin. Abdullah Ocalan ê ku piştî ji Sûriyeyê hat derxistin serlêdana wî ya penaberiyê hat redkirin, lê piştî 130 rojan di 15'ê Sibata 1999'an de li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî Abdullah Ocalan hat girtin, di serî de li Kurdistanê û li hemû deverên dinyayê gel daket qadan û çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dar xistin. 
 
Piştî ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, ew birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind Tipa F a Îmraliye ku ji bo wî bi taybet hatibû amadekirin. Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran a tecrîde de hat girtin. Ji ber tecrîda girankirî ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Li dijî tecrîda girankirî ya li Grava Îmraliyê tê sepandin, girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest bi greva birçîbûnê kirin û gireva birçîbûnê ya girtiyan wê heta 15'ê Sibatê bidome. 
 
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ku têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, anî ziman ku komplo bi tecrîda girankirî berdewam dike. 
 
'ROJA REŞ'
 
Mehmet Ocalan da zanîn ku dema birayê wî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye girtin ew li Edeneyê sirgûnî bûye û got ku wan di radyoyê de bihîstiye birayê wî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Ocalan axaftina xwe wiha domand: “Di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî teslîmkirina Serok,ji bo kurdan rojeke reş bû. Dewletê di sala 1986’an de em sirgûnî Edeneyê kirin. Dema serok hat girtin jî, em li sirgûnê bûn. Jiyana me li wir bi hemû zehmetiyên xwe berdewam dikir. Ji aliyê din jî zextên dewletê jî hebûn. Hemû hêzên navneteweyî rola xwe di girtina Serok de lîstin. Yewnanistan roleke pir qirêj lîst. Helbet di ser Serokatî re komplo li dijî gelê kurd hat kirin. Hêzên navneteweyî çareseriya pirsgirêka kurd nexwest."
 
'HER DER BÛBÛ QADA ÇALAKIYÊ'
 
Bi domdarî Ocalan diyar kir ku piştî birayê wî Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, li her derê çalakiyên mezin hatine lidarxistin û hevdîtina xwe ya yekemîn a bi Abdullah Ocalan re wiha vegot: “Kurdan li her derê bertekên mezin nîşan dan. Her der veguherî qada çalakiyê. Li gelek deverên cîhanê xwepêşandan berdewam kirin. Li Edeneyê gel daket kolanan. Me nizanîbû em ê çi bikin. Gelek kes hatin cem me û piştgirî dan me. Dema ez li wan rojan difikirim ez nikarim hêsirên xwe bigirim. Ji ber ku hêzên navneteweyî xwestin hebûna kurdan tune bikin. Em kurd hatine dinyayê, lê ew kurdbûnê wekî sûc dibînin. Gelek parêzer serlêdan kirin. Îradeyeke mezin hat nîşandan. Ez bi xwişka xwe Havayê re çûm Stenbolê ku em biçin giravê. Me ji bo hevdîtinê bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê serlêdan kir. Dema em çûn Bursayê destûra hevdîtinê nedan me. Ji ber vê yekê em dîsa vegeriyan Stenbolê. Wê demê li Stenbolê xwepêşandanên mezin pêk dihatin. Piştî em hefteyekê li Stenbolê man, me agahî girt ku destûra hevdîtinê hatiye dayîn. Paşê em ber bi giravê ve bi rê ketin. Em bi keştiyeke kevn a ku jiyana me ne ewle bû, çûn Girava Îmraliyê. Me piştî 20 salan Serokatî li pişt camê dît. Serokatî li wir ji me re got, 'Ji niha û pê ve çi hewce bike em ê bikin.' Me karî 15 deqeyan hev bibîne. Dema em ji cihê hevdîtinê derketin me dît hemû çapemeniya cihanê li wir e. Me nedikarî derbas bibe. Ew qas çapemenî zêde hatibû."
 
'KOMPLO HAT PÛÇKIRIN'
 
Ocalan, bi lêv kir ku ji ber hêzên hegemon birayê wî Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna planên xwe yên li Rojhilata Navîn wekî asteng dîtine, ew komplo pêk anîne û got ku komplo bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ku pêşkeşî gelan kiriye, hatiye pûçkirin. Ocalan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serok ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê paradîgmayek, jiyaneke alternatîf pêşkêş kir. Helbet ev yek ne li gorî berjewendiyên hêzên navneteweyî bûn. Lê belê Serokatî bi paradîgmaya ku li Girava Îmraliyê pêş xist, ev planên komployê jî pûç kirin. Lê belê komplo îro jî bi tecrîda girankirî didome. Paradîgmaya Serokatî wê roj bi roj berfirehtir bibe. Îro li Rojavayê paradîgmaya Serokatî pêk tê. Heke paradîgma li Rojhilata Navîn belav bibe, dê şer bi dawî bibe."
 
'RASTIYA KURDAN DERXIST HOLÊ'
 
Ocalan, bal kişand ser şert û mercên tecrîda girankirî yên li Girava Îmraliyê û ev tişt anîn ziman: "Rojekê kêm mabû li Bûrsayê otela ku em lê diman bişewitînin. Ew qas bi çavekî qirêj li me dinêrîn. Serok bi cezayê îdamê dihat darizandin. Lê ji ber çalakiyên li Kurdistan û deverên cihanê hatin li darxistin dewlet neçar ma cezayê îdame rake. Ji ber wê meriv dikare bêje ku cezayê îdamê jî Serok li Tirkiyeyê rakir. Serokatî li Girava Îmraliyê jî têkoşîneke mezin da. Serokatî rastiya kurd derxist holê. Ji bo vê jî li Girava Îmraliyê xebitî. Dema min di hevdîtinan de pirsî ka çi peyama te ji kurdan re heye, li min vegeriya û got ku bi parêzname û pirtûkên xwe her tişt ji kurdan re vegotiye. Di sala 2015’an de dewletê ji bo Serokatî tune bike şert û mercên giran ên tecrîdê xist meriyetê. Li Girava Îmraliyê qanûn hat rawestandin. Mesele ne tenê Serokatî ye, gelê kurd e jî. Em nikarin gelê kurd û Serokatî ji hev cuda bigirin dest."
 
'EM NIZANIN SEROK LI GIRAVÊ YE YAN NA'
 
Ocalan, destnîşan kir ku di hevdîtina dawî ya sala 2019'an de Abdullah Ocalan peyamên girîng dane û piştî wê rojê destûr nehatiye dayîn ku careke din rû bi rû hevdîtinê pêk bînin. Ocalan, anî ziman ku ew ji rewşa birayê xwe bi fikar in û wiha got: “Di hevdîtina me ya dawî ya sala 2019’an de Serokatî got, ‘Kî ji bo çareseriya mafên gelê kurd gav biavejê, divê siyaseta kurd pê re diyalogê pêk bîne. Ji bo me tu ferqa AKP, CHP û partiyên din tune ye, hemû wek hev in. Em ne alîgirê tu partiyên Tirkiyê ne.' Divê siyaseta me jî li gorî vê tevbigere. Heta îro tu partî û 'rewşenbîrekî' tirk behsa tecrîda li ser Serok nekiriye. Merdan Yanardag tenê carekê behs kir û ew xistin girtîgehê. Ji 4 girtiyên li Girava Îmraliyê tu agahî nayê girtin. Em nizanin sax in yan mirî ne. Min Serokatî herî dawî di sala 2019’an de li Girava Îmraliyê dît. Lê niha em jî nizanin ka ew hîn li Girava Îmraliyê ne yan na. Wekî gel û wekî siyaset divê em bipirsin girtiyên li Girava Îmraliyê sax in yan mirî ne, hene yan na. Em ji qedera serokên kurdan dersê bigirin. Şêx Seîd li ku ye? Seyît Riza li ku ye? Cihê definkirina wan nayê zanîn. Divê em li ser vê yekê baş bifikirin."
 
'DIVÊ EM LI HER QADÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BERTEK NÎŞAN BIDIN'
 
Ocalan, bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin û banga xwedî derketina li greva birçîbûnê û tevlibûna çalakiyên dê di 15'ê Sibatê de bên li darxistin kir:  Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: "35 meh in tu agahî ji Serok nayê girtin. Kes nizane li giravê çi diqewime. Li dijî vê yekê divê gel tevli çalakiyên 15'ê Sibatê bibe û li her qadê bertekên xwe nîşan bie. Her wiha divê gel xwedî li çalakiyên gireva birçîbûna derkeve û piştgiriyê bide girtiyan. Sibe dê pir dereng be. Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Tu hêviyên me ji dewletê nîn in. Em tenê dibêjin divê ew qanûnên xwe pêk bîne."
 
MA / Mahmût Altintaş