Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek

img
RIHA - Di ser Peymana Lozanê ku tê de biryar hate girtin ku erdnîgariya Kurdistanê bibe çar parçe 101 sal derbas bûn. Yek ji rêveberê NRLS’yê Mûnzûr Şiyar wiha got: “Kurd divê bi yekitiyekê bi dewletên dixwazin demokratîk bikin re peymaneke civakî bikin.”
 
Di ser Peymana Lozan a erdnîgariya Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyeyê de hate parçekirin 101 sal derbas bûn. Fransa, Îtalya, Brîtanya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiye tev li hevdîtinên di 20’ê mijdara 1922’yan de li bajarê Lozan ê Swîsreyê dest pê kir û di 24’ê tîrmeha 1923’yan de encam girt bûn. Di hevdîtinan de kurd bê statu hatin hiştin û erdnîgariya lê dijîn di nava 4 netew dewletan de hate parve kirin. Piştî Peymana Lozanê li 4 parçeyan jî li dijî gelê kurd polîtîkayên îmha û înkarê xistin dewrê. Berxwedana gelê kurd a li dijî van polîtîkayên heyî jî zêdetirî 100 salan e berdewam dike. 
 
JI OCALAN ŞERTÊ 5 RÊGEZAN 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên berê de diyar kiribû ku Lozan ji bo tirkan temam bûye, lê ji bo kurdan kêm maye. Rêberê PKK’ê Ocalan ê ji sala 15’ê sibata 1999’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin têkildarî Lozanê wiha gotibû: “Divê Lozan were nûkirin. Li wir hatibû gotin ku ‘Weke nûnerên kurd û tirkan li wir in’ lê pêdiviya wê nehate kirin. Lozan ji bo tirkan temam bûye, lê ji bo kurdan divê îro were temamkirin. Ez ji vê re Lozana duyemîn û pêvajoya temambûna Lozanê dibêjim. Temambûna Lozanê bi demokratîkbûna komarê re pêkane.”
 
Ocalan ê destnîşan kiribû ku bi Lozana bênûkirin divê hemû mafên gelê kurd bên naskirin û di hevdîtina 21’ê çileya 2009’an de 5 rêgez rêz kiribûn. 
 
Yek ji rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NLSR) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatan dimeşîne Mûnzûr Şiyar, peyama ku li ser xebatan dimeşînin bi boneya salvegera wê ya 101’emîn ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
BERIYA LOZANÊ 
 
Şiyar, ê got ku “Lozanê 101 salan kurd bênefes hişt” anî ziman ku bi peymanên beriya Lozanê hatin kirin re bingehê parçekirina erdnîgariya Kurdistanê hate danîn. Şiyar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derewa ku kurd perçeyekî komarê ne avêtin holê. Parlamenterên kurd ên di vê çarçoveyê de çûn Meclisê jî hebûn. Lê dema gihiştin armancên xwe yên dihatin hedefkirin dest bi înkarkirina kurdan hate kirin. Di Peymana Enqereyê ya di sala 1921’an de hate îmzekirin de bi Fransayê re li ser axa Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li hev kirin. Bi wê peymanê di nava kurdan de sînor hatin xêzkirin. Pişt re bi ingilîzên ku Irak di bin serweriya wan de bû re di sala 1926’an de li hev kirin û di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de sînor hatin xêzkirin.”
 
‘KOMAR LI SER ÎNKARKIRINÊ HATE DAMEZRANDIN’ 
 
Şiyar, bal kişand ku di navbera Peymana Lozanê û avakirina komarê de demekî kurt heye û wiha berdewam kir: “Komar li ser înkar û îmhakirina kurdan hate avakirin. Piştî îlana komarê kurd ji saziyên dewletê hatin dûrxistin. Komar li ser feraseta yekperest teşe girt û weke netew dewletekê hate avakirin. Qedexeyên li dijî kurdî dest pê kirin. Di çarçoveya yek dewlet, yek ziman yek alê de gav hatin avêtin. Siyaseta kurdan ji vir û şunde li ser ji holê rakirina kurdan bi pêş ve çû. Piştî ku nekarin kurdan îmha bikin polîtîkayên guhertina demografiyê û bişaftinê xistin dewrê. Kurdên ku kuştin kuştin, yên nekarin bikujin jî neçarî koçê kirin. 700 hezar kur ji axa xwe hatin derxistin. Ev ji bo wê serdemê ne hejmareke kêm e. Ji bo ku kurdên ji axa xwe hatin derxistin asîmîle bibin belavî bajarên cuda yên Anatoliya Navîn kirin. Şûna wan jî tirkên ji cihên cuda anîn bi cih kirin.”
 
PIŞTÎ LOZANÊ KOMKUJΠ
 
Şiyar, diyar kir ku gelê kurd li dijî înkar û îmhayê li ber xwe dan û serhildanên di serdema komarê de bi bîr anîn û wiha got: “Piştî sala 1924’ê li Elkê dest pê kir. Di sala 1925’an de Şêx Seîd, di navbera salên 1926 û 1930’an Ararat, 1938 Dêrsim, 1978 Mereş, 1980 Çorûm, 1993 Sêwaz. Di van serhildan û komkujiyan de bi deh hezaran kes hatin qetilkirin. Bi sedhezarn kes hatin sirgunkirin.”
 
Şiyar, bal kişand ku komkujiyên li dijî kurdan di serdema me de jî didomin û wiha pê de çû: “Roboskê, Gara Enqereyê, Pirsûs, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û gelek komkujiyên din jî di çarçoveya heman konseptê de hatin kirin. Ev encamên Lozanê ne. Lozan bi komkujiyan tê domandin. Hêj jî hewl tê dayîn Plana Şark Islahatê bê pêkanîn. Polîtîkayên şerê taybet jî di vê çarçoveyê de tên pêkanîn.”
 
‘KURD BIBIN YEK DÊ LOZAN RABE’ 
 
Şiyar ê li ser nirxandinên Rêberê PKK’ê yên têkildarî Lozanê sekinî ev tişt gotin: “Heta ku Lozan neyê temamkirin aştî li Rojhilata Navîn pêk nayê. Birêz Ocalan bi awayekî berfireh tespît kirin. Divê kurd bên bahev û encamên Lozanê ji holê rakin. Ev jî bi Lozana civakî pêkan e. Gelê kurd sed sal in bêstatu ma. Îro li Rojava û başûrê Kurdistanê gav hatin avêtin. Gelê kurd naxwaze 100 salên din bêstatu bimînin. Gelê kurd di çarçoveya Neteweya Demokratîk de ji bo herkesê ya herî baş dixwazin. Polîtîkayên yek perest, 100 sal in ji bilî rijandina xwînê tiştek bi xwe re neanîn. Heke kurd bibin yek dê Lozan rabe. Di navbera me de çiqas cudatiyên bîrdozî hebin jî divê em bên bahev û bikarin biaxivin. Divê kurd ewilî di nava xwe de pişt re bi netew dewletên ku dixwazin wan demokratîk bikin re peymana civakî bikin. Gavên li Rojava tên avêtin, dê di çareseriya pirsgirêka kurd de bibin noxteyeke bingehîn.”
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’ 
 
Şiyar, îşaret bi hewldanên Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ên bi hevkirina Esad re kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di navbera netew dewletan de 100 sal in koordînasyonek heye. Netew dewlet her tim hev du diparêzin. Erdogan ji Esad re got ‘kujer’ lê niha ji bo ku kurd nebin xwedî statu dixwaze bi rêya Iraqê hevdîtinê bike. Dema mijar dibe kurd û berjewendiyên wan hemû dibin yek. Di serdemên ku têkiliyên wan di rewşeke herî nebaş de ne jî îstîxbaratên wan bi hev re hevdîtinan dikin. Lê navnîşana çareseriyê ya pirsgirêkan ne Şam ne jî Bexda ye Îmrali ye. Heke Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn rolekê bilîze bêyî kurdan nikare bilîze. Kengî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk gavek bê avêtin dê wê demê bi hêz be. Ji bo vê jî divê dest ji dijminatiya kurdan berd e. İsrara di netew dewletê de encamê naîne. Çareseriya pirsgirêkan Neteweya Demokratîk e.”
 
MA / Emrûllah Acar