• img

    Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?

    16'ê Adarê 30'yemîn salvegera komkujiya Halepçe ye. Hêj hesap ji Helepçe nehatiye pirsîn, niha Efrîn bi komkujiyê re rû bi rû ye. TSK û OSO bi tang, top û balafirên şer ji hewayî û bejayî 52 rojin li ser hev Efrînê bombe dikin. Zêdeyî 850 welatiyên Efrînê di nava bajar de bi komkujiyê re rû bi rû ne. Li aliyekî hemû cîhan êrîşan temaşe dikin û li hemberî vê komkujiyê bêdeng in. Li aliyê din hêzên mezin ên cîhanê planan dikin.

  • img

    Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?

    QSD’ê biryar dabû ku hêzên xwe yên li Reqqa û Dêra Zorê bişîne Efrînê. Ev biryar hesabên DYA, Koalisyon û Rûsyayê xira kirin. Metirsî heye ku ev biryar şerekê nû ya navxweyî bi xwe re bîne û dibe ku DAIŞ careke ji xwe re qadeke tevgerînê bibîne.

  • img

    Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!

    Li pişt perdeya şerê Efrînê, hemû hesab û planên tên kirin serobino bûn. Ne Tirkiye, ne Rûsya, ne jî Amerîka yek ji wan jî hesabê berxwedaneke bêhempa nekiribûn. Plana li Astanayê li ser lihevkirinê çê kiribûn, vala derket. Çarenûsa Efrînê êdî bi berxwedanê pêkan e.

  • img

    Rageşiya di navbera DYA-AKP'ê de zêde dibe: Dema biryarê ye

    Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tillerson dê sibê Tirkiye ziyaret bike. Beriya ziyareta Tillerson, rageşiya di navbera Enqere-Washingtonê de zêde dibe. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Çavuşoglu jî beriya hatina Tillerson diyar kir ku dê têkiliyên xwe zelal bikin. Ev nîşan dide ku dê bi ziyareta Tillerson a Tirkiye têkiliya di navbera Tirkiye û DYA de dê bêtir zelal bibe.

  • img

    Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir

    3'yemîn Kongreya Mezin a HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran pêk hat. Tevî hemû astengiyan, kongre bi coşek mezin bi dawî bû. Di vê kongreyê de hat dîtin ku bi binçavkirin, girtin, zextên li ser HDP'ê HDP xelas nebûye û mezintir bûye. Kongreya HDP'ê ji bo têkoşîna pêşerojê û berpirsiyariyê bawerî û hêvî xurttir kir.

  • img

    Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!

    Tirkiye û DYA di hevdîtinên dîplomatîk ên dawî de dest bi siyaseta hevdû derewçîn derxistinê kirine. AKP bi vê dîplomasiya xwe baweriya xwe ya li hemberî girseya xwe winda dike. Rêveberiya AKP'ê bi vê rêbazê hêzên li hemberî xwe teşwikî siyaseta mecbûrkirinê dike.

  • img

    Efrînê nîşan bide, li Minbicê bixe!

    Her çend amadekariyên hewldaneke operasyona li dijî Efrînê di rojevê de be jî, TSK di aliyê Minbicê de hêzên xwe bi cih dike. Ihtimala operasyona li dijî Minbicê zêde ye.

  • img

    Esad rê li ber DAIŞ'ê vedike

    Piştî DAIŞ li Reqayê têk çû û ji quwetê ket, niha Beşar Esad ji bo hebûna xwe bidomîne wê bi kar tîne û dixwaze QSD'ê bê bandor bihmle û Tirkiyeyê jî ji heremê derxîne.

  • img

    Ocalan mafdar derket, zagonên xwe jî binpê kirin

    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dema hevdîtinan de endamên Heyeta Îmralî dem dem hişyar kir û gotibû “Ger ku ewlehiya we ya zagonî tune be sibê du sib dikarin we bi îdamê darizînin" û xwestibûn hevdîtinê bikin zagonî û fermî. Li ser israra Rêberê PKK'ê Ocalan zagon hatibû sazkirin. Lê tevî vê zagonê dîsa duh Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ceza li parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdris Baluken birî. Hişyariya Ocalan carek din mafdar derket.

  • img

    Ew 'Şertên welat' ên heqdesta kêmtirîn diyar bikin çi ne?

    Komîsyona Tespîtkirina Heqdesta Kêmtirîn, wê ji bo biryara ku dê der barê 6 milyon kesî bide de îro dîsa bicive. TÎSK'ê ku dê di komîsyonê de 5 endamên wê hebin û hikûmet balê kişandin ser "şertên welat". Ji niha ve navê "sefaletê" li zemê kirine, lê belê ji bo çi nav li "şertên welat" nayê kirin?

  • img

    Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin

    Piştî Reqqa ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, li Sûriyeyê lêgerînên çareseriyê zêde bûn. Di civînên li Soçî, Riyad û Cenevreyê de çareserî derneket, lê rejîma Baasê û Tirkiye di nava hewldanên nû de ne û dixwazin agirê şerekî nû gur bikin.

  • img

    Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e

    Di pêvajoya çareseriya Sûriye tê niqaşkirin de êrîşên çapemeniya serdest li dijî kurdan zêde bû. Piştî BBC der barê Reqa û YPG'ê de nûçeyên aloz çêkir, niha jî çpaemeniya The Times got “Piştî peymana Reqqa bi sedan endamên DAIŞ'ê di ser DAIŞ'ê re derbasî Ewropa dibin" AA jî rolê Telal Silo danî ser xwe.

  • img

    Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?

    Rêveberiya AKP'ê vê carê bi belgeyên Manê û doza Zarrab re bi sûcdariya "nelêrêtiyê" ket rojevê û dixwaze balê bikişîne ser hêleke din. Civîna MGK'ê bal kişand ser Efrînê, çavkaniyên Wezareta Karên Derve sinyala PYD'ê da. Senaryoyên der barê pirsgirêka kurd de dîsa di dewrê de ne.

  • img

    Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike

    Geşedanên ku di demên dawî de li Erebîstanê xwe didin der û daxuyaniyên der barê “reformê” de, pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan “di olê de reform û ronesans” a piştî salên 2000’î xist rojevê bi bîr xist.

  • img

    Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?

    Li Sûriyeyê bi lez û bez qewimîn û geşedan xwe didin der. Di vê çarçoveyê de, qaşo ji bo çareseriyek ji pirsgirêka Sûriyê re bê peydakirin çûnhatina civîn û hewildanan jî didome. Ji bo wê kîjan alî tevlî civîna Cinêvê bibin, li Riyadê civîn tê çêkirin.

LÊGERÎN