Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin

img

AMED - Wênesazên kurdên Îranî Îdris Samanî û Beşîr Nasêrî li Amedê pêşangeha wêneyan vekir.

 
Wênesazên kurdên Îranê Îdris Samanî û Beşîr Nasêrî li Şanogeha Bajar a Amedê Pêşangeha Wêneyên Têkel vekirin. Gelek hûnerhez beşdarî pêşangehê bûn. Wênesazan derbarê wêneyên çêkirinê de agahiî dan û wateya wêneyan vegotin.
 
Du hunermendên ji Mahabadê, piştî li Tahranê perwerdeya hunerê dîtin, li gelek cihan pêşangehên wêneyan vekirin. Du wênesazên kurd ev du salin li Amedê dijîn.