Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Antolojiya helbest û çîrokên nivîskarên di zindanan de ya bi navê "Rabûna Berî li Gulberojan" bi piştevaniya PENa Kurd hat weşandin. 
 
Antolojiya helbest û çîrokên nivîskarên di zindanan de ya bi navê "Rabûna Berî li Gulberojan" bi piştevaniya PENa Kurd ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat weşandin. Amadekariya antolojiyê ji aliyê Roza Metîna û Jiyar Jahan Fard ve hat kirin. Ev antolojî wê di heman demê de ji nivîskarên girtî yên çîrok û helbestên wan tê de cih digirin re jî bê şandin. 
 
JI 139 HELBEST Û 16 ÇÎROKAN PÊK TÊ 
 
Antolojiya Helbest û Çîrokên Nivîskarên di Zindanan de ya bi navê "Rabûna Berî li Gulberojan" ji 16 çîrok û 139 helbestên nivîskar û helbestkarên di zindanan de pêk tê. Helbest û çîrokên 39 helbestkar û nivîskarên di zindanan de di vê berhemê de cihê xwe digire. Di berhema "Rabûna Berî li Gulberojan" de destnivîsên nivîskar û helbestkarên di zindanan de jî cih digirin. Li bakurê Kurdistanê berhemeke bi vî rengî cara ewil tê çapkirin.