Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'

img

RIHA - Endamê Komîna Film a Rojava sînameger Nûman Yîgît bi lêv kir ku piştî Şoreşa Rojava huner xwe li ser esase Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike û got: "Gelê kurd ji aliye hunerî ve hatibû çewisandin lê şoreşê deriyek nû vekir, kurd îro li Rojhilata Navîn pêşengtiya hunerê dikin."

 
Piştî şerê navxwî yê Suriyê, li bajarên rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de di serî de gelê kurd û gelê herême dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Piştî Şoreşa Rojava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat demezirandin û li dijî pergala modernîteya qapîtalîst li ser fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku, demokratîk, ekolojîst û azadiya jinê esas digrê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat reşandin. Di pergala Modernîteya Demokratîk de hemû gel tevî cudahiyên xwe bi awayekî wek hev û azad dijîn. Bi Şoreşa Rojava re, komîn û meclisên gel hatin avakirin û ji bo pêşketina şoreşê bê navber xebat tên meşandin. 
 
Bi Şoreşa Rojava re ji bo avakirina jiyaneke nû ji aliye hunerê ve jî pêşketinên mezin çebûn. Gelê kurd ku bi sed salan e di bin mêtingeriya çar dewletan de dijî ji aliye çand, ziman û hunerê ve gelek caran rastî polîtikayên asîmîlasyon û çewisandine hatiye piştî Şoreşa Rojava, gelê kurd bi awayekî azad xwe di mile hunerê de behtir tîne ziman. Komîna Film a Rojava û Hunergeha Welat ku li Rojava xebatên xwe li ser esasê, Hunera Modernîteya Demokratîk dimeşînin heta niha, gelek berhemên hunerî weke klîb, şano û film derxistin. Berhemên hunerî ku Rojava dertên li çar aliyên Kurdistanê û dervayî welet bala gelan dikşîne û tê ecibandin. Taybetî jî gelê kurd bi hezkirineke mezin xwedî li berhemên hunerî ên li Rojava dertên derdikeve.
 
Endamê Komîna Film a Rojava û sînamager Nûman Yîgît derbarê xebatên çand û hunerî yên Rojava de pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand. 
 
Şoreşa Rojava bandoreke çawa li hunera kurdî kir? Beriya şoreşê rewşa hunera kurdî çi bû?  
 
Ji bo gelê kurd pirsgirêka herî mezin xwe anîna ziman e. Ji milê hunerî û rastiye de. Di mêtingeriya 4 dewletan de gelek heye û wî gelî nedikarî, bîranîn, çîrok, hezkirin û hestên xwe bîne ziman. Taybet jî bi zimanê xwe, di bin mêtingeriya dewletan de ziman, çand û huner hatibû tepisandin. Edî hatibû wê astê ku dewletên mêtinger şûna gelê kurd, bi xwe gelê kurd pênase dikirin bi vê yekê rastiya gelê kurd pûç dikirin. Êdî wisa bûbû ku dewletên mêtînger cewhera hunera kurdan ji xwe re weke cevherek bikar dianîn û weke ku hunera wan e didizîn. Ev jî pirsgirekekê mezin bû. Huner bi awayekî estetîk xwe anîna ziman e, hesreta gelê kurd ji aliye hunerê ve xwe anîna ziman bû yanî ji aliyekî pirsgirêka xwe anîna ziman hebû ji aliyê din ve jî nedikarîn bi awayekî estetîk xwe bînin ziman. Lê Şoreşa Rojava ji bo bi awayekî estetîk xwe bînin ziman deriyek vekir. Şoreşa Rojava bû sedema bingeha pêşeroja hunera kurdî xwe li Rojava nûjên bike û gelê kurd vegerê eslê xwe û rastiya xwe bi awayekî estetîk û hunerî bîne ziman. Yanî şoreşê derfetek pir mezin vekir. Ji çar aliyên Kurdistanê kurd, dema hunerek li Rojava derdikeve weke ku ev huner ji destê wan derketiye dinêrê, ji ber ku berhemeke ku li vir dertê pênaseya çar aliyên Kurdistanê dike. Şoreşê hem ji bo hunera kurdî hem jî ji bo hunermendên kurd derfeteke pir mezin ava kir. Gelê kurd, li bakur, başûr, rojhilat û rojava di bin mêtingeriye de jî têdikoşiya û xwe dianî ziman, em nikarin bêjin beriya şoreşê huner tune bû lê şoreşê deriyek vekir, di kolandina rastiyê û xwe gihandina heqîqetê de deriyek vekir. 
 
Huner di cihekî ku lê nakokî hene de xwe ava dike lê Şoreşa Rojava ev nakokî ji holê ranekir lê kurtir kir. Niha metirsiya me mayinde kirina şoreşê û bilind kirina hunera kurd e. Yanî derdekî wisa heye, huner jî yên derde wan hene dikarin bikin. Derdê herî mezin jî yê kurdan bû, derde ziman û çanda kurdî bû şoreşê deriyek vekir ku hunermendên kurd, gelê kurd derdê xwe bînin ziman. Di vî alî de girîngiya şoreşê ne tenê ji Rojava di heman demê de ji bo çar aliyên Kurdistanê û gelên ku di bin mêtingeriye de dijîn re bû nûmuneyek. 
 
Cudahiya hunera Modernîteya Demokratîk û ya qapîtalîst çi ye?  
 
Bi Şoreşa Rojava re nakokiya kurdan û hunermendên şoreşger ji holê ranebûn berovajî vê hê kurtir bû. Beriya şoreşê yek jî nakokiya me parastina ziman û çanda kurdî bû lê bi şoreşê re nakokiyeke me ye din çebû ev jî nakokiya modernîteya qapîtalist û modernîteya demokratîk e. Modernîteya qapîtalîst hunerê li ser esasê bazarê û sermayê dibîne û di heman demê de pûçkirina heqîqetê ye. Ji aliyê sînema, şano û klîban ve girîngiya hunerê bi pereyan tê pîvandin, yanî bêfirotin hêja ye, heke xizmeta modernîteya qapîtalîst bike girîng e. Bi şoreşerê nakokiya me ya herî mezin bi giredayî paradîgmaya Serok Apo Modernîteya Demokratîk li ser esasê, paradîgmaya ekolojîk, azadiya jinê û demokratîk huner jî xwe ji nû ve saz dike. Dema em fîlmek dikşînin divê em hesabê azadiya jinan bikin, dema kilîbek dikşînin divê em hesabê ekolojiyê bikin, dema em berhemeke şanoyê derdixin divê em hesabe li hev hatina netewên cuda bikin. Ji ber ku di hunera modernîteya qapîtalîst de tişta tê firotin desthilatdariye, şerê di nava civakan de ye, azadiya jinan û xwezayê nayê parastin. Modernîteya Demokratîk jî li dijî vê yekê hunerê saz dike. 
 
Di avakirina berhemên hunerî de baldarî û armancên we çi ne? 
 
Şoreşa Rojava dixwaze di Rojhilatan Navîn de jiyanek biguherîne, feresetên heyî biguherîne. 5 hezar sal in Rojhilata Navîn bingeha desthilatdariyê dike û şer tu car neqedyaye. Modernîteya Qapîtalîst jî dixwazê weke berdewamiya vê desthilatdariyê xwe li ser pêya bigire. Li dijî vê yekê Şoreşa Rojava di nav çolekê de weke gulekê derket holê û mînakek mezin bû. Îro hemû dinya paradigmaya Serokatî çawa ji Rojava ava dibe dibîne. Ji ber wê yekê jî armanca hunera modernîteya demokratîk xizmetkirina vê şoreşê ye. Bi awayekî estetîk û hunerî vê rastiyê û şoreşê bîne ziman. Weke hunermend derdê me yê esasî yek jî ev e, em dixwazin bi hunera xwe xizmeta jiyaneke azad bikin. Dema me sînemaya xwe pênase kir jî weke sînamaya mazlûman ne, weke sînameya egîdan me pênase kir. Yanî me ne li ser esasê gelekî feqîr, bindest û di bin mêtingeriyê de ye, sînemaya me di heman demê de çîroka gelê şoreşger, gelê berxwedêr, gelekî azadîxwaz e û tevî di bin mêtingeriya 4 dewletan de jî gelekî ku ziman û çanda xwe parastiye ye. Li ser vê esasê nîqaşên me jî derketin, divê em mile berxwedêr derxin pêş. Îro ev gel ji Rojhilata Navîn pêşengtiya hunerê jî dike.  
 
Berhemên Hunerî yên Rojava bandoreke çawa li civaka Kurdistanê û cihanê dike? Xwedîderketineke çawa heye? 
 
Bindestbûna sed salan di milê hunerê de lewaziyek derxistiye holê. Gelê kurd her çiqas di cewhera xwe de gelekî hunerî be jî di milê şano, klîb, sinema de em hinek dereng man e. Bi taybet jî di milê sînemayê de. Lê piştî şoreşê, gelê kurd bi awayekî azad xwe di sînemayê de tîne ziman. Bi şoreşê re film, rêzefilm, klîb, şano û stran dertên. Her çiqas asta ku em dixwazin em negehiştinê armanca xwe jî, gelê me berhemên hunerî ku li vir dertên pîroz dibîne û xwedî lê derdikeve. Civaka me bi hasreta berhemên kurdî ye. Piştî şoreşê kurdên çar aliyên Kurdistanê berê xwe dane Rojava, li benda berhmên ku ji vî alî ve derkevin e. Em jî giraniya vê yekê hîs dikin. Kêmasiyên me hene lê tevî van kêmasiyên me jî xwedîderketineke mezin heye. Em dizanin berhemên ku em ava dikin têrî anîna ziman a vê rastiyê nake yanî dibe ku di milê ziman de me hê xwe negihandiyê çar aliyên Kurdistanê. Em hîs dikin ku çavê gelê me li ser me ye, heke em nekarin ji vî gelî re bibin bersiv em layîqî vî gelî nabin. Berhemên dawî weke Filmê Kobanê rêze film a Evîna Kurd be û kilîb bin em xwedî derketina gel dibînin. Divê em jî bi berhemên xurtir derkevin pêşberî gelê xwe. 
 
Li Rojava hûn berhemên hunerî yên Bakur çawa dişopînin? 
 
Huner di şert û mercên heyî de bi bandor dibe. Ji bo kurdan huner jî qada şer e. Divê hunermendên kurd vê yekê bizanibin û hîs bikin. Gelê kurd ev 50 sal in di nava şer de ye. Li sûk, çiya û kolanan berxwedanek heye. Hunermend jî di nav vê berxwedanê û şer de ji xwe re milek bijartî ye, tevî astengiyan jî divê şerê xwe bidomînin. Bakur di demên herî zahmet de hatiye roja îro. Dema salên 80’î û 90’î hatiye serê kurdan, beriya wê jî hatine asîmîlekirin, lê tevî vê yekê jî Bakur bi her awayî berxwedana xwe ya hunerî domandiye. Di milê sînemayê de Bakur ji 90'î vir ve gav avetiye. Îro jî dibe ku zext zêde bin, di demên dawî de li dijî hunermendan operasyon pêk tên, gelek hunermend hatin girtin. Huner ji hev bandor dibe, yanî hunera Bakur bandor li ser çar aliyên Kurdistanê dike, hunera Rojava û aliyên din jî her wiha wisa. Dijmin jî naxwaze ev bayê hunerê ji hev bandor bibe û ji ber wê jî ji hev qut dike. Sedema girtin û operasyonan jî ev e. Lê tevî hemû astengiyan jî ez berhemên hunerê yên Bakur pîroz dibînim. Taybet di mile stran û klîban de Bakur serkêftî ye. Di milê sînema û projeyên mezin de astengî zêde ne lê divê hewldan bêhtir bibin. Ne ji bo vir ne ji bo Bakur û ne jî ji bo milên din berhemên ku dertên têra vî gelî nake, berxwedan ji her alî ve didome, divê li Bakur jî bidome. 
 
NÛMAN YÎGÎT KÎ YE?
 
Nûman Yîgît ji Amedê ye lê li Edeneyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Îzmîrê beşa sînemayê xwendî ye û di dema xwendinê de ji ber xebatên siyasî hatiye girtin. Hem ji girtîgehê hem jî li derva li ser sînemayê xebitî ye. Niha jî li Rojava xebatên xwe yên hunerî berdewam dike û di nav xebatên Komîna Film a Rojava de xebatên xwe didomîne. 
 
MA / Mahmût Altintaş