Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye

img

STENBOL - Wê îsal 6’emîn Festîvala Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de li navçeya Beykoza Stenbolê bê kirin. 

Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşvebirin û Çandê ya Navçeyên Gêxî, Azarpêrt, Xorxol, Çêrme, Depê (KAYY-DER) wê îsal jî organîzatoriya 6’emîn Mihrîcana Borekan a Kurd bike. Mihrîcan dê di 17’ê îlonê de li navçeya Beykoza Stenbolê bê lidarxistin. 
 
Di çarçoveya festîvalê de wê lîstikên zarokan, skeçên kurdî, şano û konser bên lidarxistin. Wê hunermend Merwan Tan konser bide û her wiha nîşandana dansa daramayê ya Hasan Cansû û Şevîn Ûlûsoy, koma anîmasyonê ya zarokan, skeca kurdî ya bi navê “Teatra Evîna Welat”, Koma Folklorê ya Jinên KAYY-DER’ê dê hunera xwe pêşkêşî beşdaran bikin.