Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin

img
STENBOL - 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan a bi organîzatoriya KAYY-DER’ê li Stenbolê hate lidarxistin. Gelek kes tev li mîhrîcanê bûn û li dijî pişaftina çandî banga piştevaniyê hate kirin. 
 
Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşvebirin û Çandê ya Gêxî, Dep, Azarpêrt û Çêrme (KAYY DER) li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan li dar xist. Mîhrîcan li Beykozê hate lidarxistin û pankarta bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî ya “Hîn bi xêr hatin” hatibû daliqandin. Di mîhrîcanê de gerdeniyên ji morikan hatine çêkirin û pirtûkên nivîskar Tevfîk Tarhan hatin pêşandan. Eleqeyeke zêde ya jin û zarokan bi mîhrîcanê hebû û bi sedan kes tev li bûn. Li gel gelek rêxistinên civaka sivîl, her wiha Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan û Omer Faruk Hulakû jî tev li bûn. Mîhrîcan, di saetên zû yên serê sibehê de bi stranên kurdî dest pê kir. Li kesên tev li mîhrîcanê bûn boreka kurdan hate belavkirin. 
 
'EM LI GEL ÇARESERIYÊ NE’ 
 
Hevseroka KAYY DER’ê Bîlsen Ozdogan di mîhrîcanê de axivî û wiha got: “Hewceye komeleyên herêmê û rêxistinên civaka sivîl li dijî pirsgirêkên li herêmê hinek hestiyar tevbigerin. Di serdemeke ku civaka me zehmetiyên mezin dikişînin de hewceye em piştevaniya hev bikin. Hebûna saziyên wiha jî bi bingeha têkoşîna hevpar pêkan e. Dema me pişta xwe de xaka em jê bûne, wê demê em ê bêsil bibin. Di bingeha pirsgirêkan de şer heye. Em li gel aştî û çareseriyê ne. Bila soza me be ku em li gel jinan, kedkaran, xizanan, mexdûrên erdhejê, ciwan û hemû kesên tune tên hesibandin in. Ne tenê li vê erdnîgariyê lê em li erdnîgariya Kurdistanê jî kesên li maf digerin dişopînin. Çavê me li berxwedana wan e. Mîna qêrîna Jîna Emînî li Îranê li dijî rejîm melayan mezin kirî. 'Jin, jiyan, azadî' em hene, em hebûn û dê her hebin.” 
 
MÎHRÎCAN BI GOVENDAN BI DAWÎ BÛ
 
Di mîhrîcanê de şova hevîrî hate kirin. Piştre jî hunermend Alîcan Bîlgîn, Merwan Tan, Cahît Şer, Ufuk Yilmaz û Kima Jinên KAYY DER’ê derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. Piştre jî Teatra Evîna Welat derket ser dikê. Her wiha Şevîn Ulusoy û Hasan Cansu jî pêşandana xwe ya dansa dramayê pêşkeş kirin. Mîhrîcan, bi govend û tililiyan bi dawî bû.