Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer

img
STENBOL - Albûma “Şer” ku 15 komên muzîkê tê de stranekê dibêjin derket. Muzîkjenê kurd Kemal Yildirim têkildarî albûmê wiha got: “Ji hunera takekesî ya pêş ve diçe re bû bersivek. Me xwest karekî kolektîf û komînal bikin.”
 
Komên muzîkê yên di bin banê Meclisa Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de cih digirin jî di nav de 15 komên muzîkê albûma “Şer” derxistin. Di albûma ku Jin Ma, Aryen Kom, Golgedekiler, Koma Îsyan Ateşî, Koma Vardiya, Adalilar, Genîş Merdîven, Koma Muzîkê ya Kaldirimê, Lîberte, Praksîs, Koma Muzîkê ya Sarya, Orkestraya Sokak, Sol Anahtar, Koma Yel Degîrmenî û Ûmûda Haykiriş derxist de 15 stran cih digirin. Endamê Aryen Komê û muzîsyenê kurd Kemal Yildirim, têkildarî albuma ku berhemê xebateke kolektîfe axivîn.
 
XEBATEKE KOLEKTÎF 
 
Yildirim, da zanîn ku projeya wan di encama xebateke nêzî 2 meh û nîvan de derketiye holê û anî ziman ku weke bersiva pirsa “Gelo komên şoreşger mane?” ya hin kesan, hatine bahev. Yildirim, destnîşan kir ku temamê koman ji komên muzîkê yên şoreşger pêk tên û wiha got: “Esas ev proje ji van gotinan re bersiveke. Her wiha ji hunera takekesî ya pêş ve diçe re jî bû bersivek. Me xwest karekî kolektîf û komînal bikin. Ev her du mijar ji bo min gelek girîng bûn. Weke ku em ji hunera takekesî re bûn bersiv, me xwest ji pirsa ‘Gelo kom an jî muzîkjenên şoreşger mane?’ re jî bibin bersiv. Ji ber vê yekê ji bo me xebateke gelek girîng bû.”
 
Yildirim, anî ziman ku komên li Tirkiyeyê û derveyî wê jî di projeye de cih digirin û bi lêv kir ku nexwestin stranên beriya niha hatine gotin jinûve bêjin. Yildirim, bal kişand ku hemû stranên wan nû ne û wiha berdewam kir: “ Me xwest ku stranên nû yên ji vê pêvajoyê re bibin bersiv çêbikin. Ji xwe armanca vê projeyê jî ev bû. Li gorî min berhemeke gelek xurt derket holê û hate weşandin.”
 
‘DIVÊ HUNERMEND MOTÎVE BIKIN’ 
 
Yildirim, ê anî ziman ku “di pêvajoyeke zor û zehmet re” derbas dibin, xwest ku di vê pêvajoyê de her hunermend tişta ketiye berê wan bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de êrişa li dijî jinan, li her qadên weke xweza, civak, çand û nasnameyê êrişeke xurt heye. Ji ber vê yekê pêdivî bi dayîna bersiveke xurt heye.”
 
Yildirim, destnîşan kir ku huner hunermend pêşengên civakê ne û divê di pêvajoyên zextê de bibin bersiv û wiha lê zêde kir: “Em weke hunermendên kurd, ereb, tirk, ermen hatin bahev. Her strana di vê albûmê de ji van pirsgirêkan re bersiveke. Di vî warî de naveroka stranan li gorî ruhê serdemê hate çêkirin. Pêwîste di pêşengtiya hunermendan de gel were motîve kirin.”
 
‘GIRÎNGE KU YE NAVNETEWEYÎ BE’ 
 
Yildirim, destnîşan kir dixwazin heman projeyê li Kurdistanê jî çêbikin û da zanîn ku ev fikir di çarçoveya fikrên HDK’ê de derket holê. Yildirim, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin albûma ya şer gel guhdar bike, bide guhdarkirin û xwedî lê derkeve. Ev albûma me çêkir ne albûmeke ji rêzê ye, albûmeke şoreşger e. Ez dikarim wiha penase bikim. Ji ber vê yekê gelek bi wate ye.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû