Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn

img
ÎZMÎR - Jîn Art Huner, dê di 28'ê Îlonê de li Dêra Azîz Vukolos dîwana dengbêjan dane. 
 
Jîn Arat Hûner dê di 28'ê îlonê de li Dêra Azîz Vukolos a li semta Basmane ya girêdayî navçeya Konaka Îzmîrê, dîwana dengbêjên dane. Di dîwana ku dê di saet 20.00'an de were danîn de stranbêj û dengbêjên wekî Kerîmê Jîrkî, Mesût Gever, Adil Bêrtî, Mele Seyîtxan, Ridvanê Fafî, Eylul Nazlier dê klamên xwe bêjin. 
 
Kesên dixwazin tev li dîwanê bibin dikarin bîletên xwe ji Cafe Ma, Cafe Bonema, Jîn Art Hûner ên li navçeya Konakê û Aras Cafe û Çayim 35 ên li navçeya Alsancakê bistînin.