Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin

img
AMED - Navenda Gastro Înovasyonê ya di bin banê DTSO’yê de hatiye avakirin dê di 30’ê îlonê de Mihrîcana Hewselê li dar bixe.  
 
Navenda Gastro Înovasyonê ya di bin banê Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTSO) de hatiye avakirin, dê di dawiya heftêyê de ji bo tamkirina tirî û penîrê Amedê (Bogazkere) aktîvîteyekê li dar bixe. Di çarçoveya amadekariyên mihrîcanê de serdana baxên tirî û cihê penîr lê tê çêkirin, hate kirin.  
 
Navenda Gastro Înovasyonê amadehiyên bernameya ku dê dawiya vê heftê were pêkanîn, dike. Mihrîcana Hewselê dê di 30’ê îlonê de were lidarxistin. Di mihrîcanê de dê li ser xwarinên li bajêr tên çêkirin were sekinîn. Li bajarê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire, dê xwarinên li bajêr tên çêkirin û çanda muzîkê bi hev re were nasandin. Aktîvîteya ku dê li Baxçeyên Hewselê were lidarxistin, wê ji her kesî re vekirî be.